Li Fîlîpînê 224 kesan ji ber bahozê jiyana xwe ji dest dan

Bahoza Megiyê ya tropîkal li Fîlîpînê dabû. Di vê bahozê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan, bû 224.

Li gorî bîlançoya nû ya ku Saziya Bobelatê ya Neteweyî hejmara kesên di bahozê de jiyana xwe ji dest dane bûye 224. Hate ragihandin piştî bobelatê 150 kes jî winda ne.

Hate diyarkirin li eyaleta Leyye ya ku 600 kîlometreyan li başûrê rojhilatê paytext Manîlayê ye, 202 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Baybay û City e Abûyog Townê jî 47 kes hê jî winda ne.

Bahoza tropîkal di 10’ê Nîsanê de li welat dabû, li 30 eyaletan bandor li 2 milyon kesan kiribû, 207 hezar kes jî neçar mabûn malên xwe biterikînin.

Beriya niha çar meh berê jî tayfûna Raiyê li welat dabû û herî kêm 400 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Li gorî zanyaran bi zêdebûna bandora germahiya global re wê tayfûn zêdetir bibin.

Li Fîlîpînê her sal derbora 20 bahoz li welat dixin. 

Di sala 2013’an de jî ji ber tayfûna Haîyanê 7300 kes miribûn an jî winda bûbûn.