Rûsya: Me balafira ku çek dibir Ukraynayê xist xwarê

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan balafireke ku ji welatên rojavayî barê çekan dibir Ukraynayê xistine xwarê.

Berdevkê Wezareta Parastinê ji ajansa TASS’ê re ragihand ku wan balafireke ku ji welatên rojavayî barê çekan ber bi Ukraynayê ve dibir xistine xwarê. Li gorî berdevk, di balafirê de gelek çekên girîng hebûn.

Ji destpêka şer ango ji 24’ê Sibatê û şûnde Ukrayna piştgiriyeke mezin a çekan ji hevalbendên xwe yên rojavayî werdigire.

Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskîy êvara Şemiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo ku di şer de bi ser bikevin pêwîstiya wan bi çekên zêdetir heye û daxwaza çekên giran kir.

Şerên li qadê jî dewam dikin. Rûsyayê ragihand ku wan hema hema bi temamî bajarê bendera stratejîk a Marîûpolê bi dest xistiye. Li gorî Wezareta Parastinê tenê kargehek maye. Rûsyayê "temînata jiyankirinê" da leşkerên ku li kargehê teslîm bibin. Hişyariya ku Rûsyayê dabû li gorî saeta herêmî saet 12:00’an bi dawî bû. Kargeha ku behsa wê tê kirin çend kîlometre dirêj e.

Serokkomarê Ukraynayê Zelenskîy diyar kir ku ew bi şervanan re di nava têkiliyê de ne û hişyarî da ku eger ew leşker bên kuştin ewê dawî li hevdîtinên aştiyê yên bi Moskowê re bîne.