Li gorî Îranê DYE peymana nukleerî dereng dixîne

Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir ku ew ji peymana nukleerî dûr ketine û bertek nîşan da ku ji derengmayînê Emerîka berpirsyar e.

Berdevkê wezaretê Seîd Hatîbzade ragihand: "Di navbera Îran û Emerîkayê de ji yekê zêdetir mesele hene."

Hatîbzade bal kişande ser peyamên koordînatorê Yekîtiya Ewropayê yê berpirsê çavdêriya danûstandinên li Viyenê Enrîqûe Mora ku beriya û piştî serdana xwe ya ji bo Tehranê ya di hefteyên borî de dabû, got: "Peyamên ku hatine dayin, ji temsîlkirina çareseriyên ku rê ji bo nîqaşa li ser pêkanîna peymanekê veke dûr in."

Hatîbzade anî ziman; “Peyamên ku bi navbeynkariya birêz Mora di hefteyên dawî de berî û piştî serdana xwe ya Tehranê hatin ragihandin, ji temsîlkirina çareseriyên ku rê ji bo nîqaşên li ser lihevkirinê dûr in.”

Tê gotin ku Mora hewl dide xalên dawî yên lihevnekirina li ser peymana nukleerî çareser bike.

Berdevkê Îranê her wiha got, "Emerîka ji van derengxistinan berpirsyar e, ji ber ku dereng bersivê didin."

Peymana nukleerî di sala 2015’an de di navbera Îran û Emerîka, Rûsya, Çîn, Fransa, Îngîltere û Elmanyayê de hatibû îmzekirin. Lê Emerîka di sala 2018’an de di bin serokatiya Donald Trûmp de bi awayekî yekalî xwe ji peymanê vekişand û vegerî mueyîdeyan. Li hember vê yekê, Tehranê hêdî hêdî dest bi rawestandina sozên xwe yên di peymanê de kir.

Armanca danûstandinên li Viyanayê ewe ku Washîngton vegere peymanê. Emerîka bi awayekî nerasterast beşdarî danûstandinan dibe.

Îran ji Emerîka dixwaze ku Muhafizên Şoreşê ji lîsteya “rêxistinên terorîst” derxe da ku li Viyanayê lihevkirinek çêbibe. Washîngtonê heta niha ev daxwaz red kiriye.