Li dibistana zarokên mêr a li Kabûlê sê teqîn

Li paytexta Efganistan Kabûlê, li taxeke ku şêniyên wê bi giranî Hazara yên Şîa ne, li dibistaneke zarokên mêr li pey hev sê teqîn çêbûn.

Berdevkê polîsên Kabûlê Halîd Zadran li ser Twitterê daxuyaniyek da û diyar kir ku teqîn li taxa Deştî Barçî li dibistana Abdul Rahîm Şahîd pêk hatiye.

Berdevkê polîsan li ser teqînê got, "Bû sedema qurbaniyan di nava birayên me yên Şîa de". Polîs wekî din detay neda.

Hate ragihandin ku teqîn, dema xwendekarên mêr ji polên xwe derdikevin rû dan.

Heta niha kesî berpirsyariya teqînê li xw enegirtiye. Lê belê bi taybetî çeteyên DAÎŞ'ê êrişî Hazarayan dikin.