Li Efrîkaya Başûr 10 hezar leşker ji bo karesata lehiyê hatin wezîfedarkirin

Li Efrîkaya Başûr, hejmara mirovên ku ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 443 kesî. Bi deh hezaran mirov bêmal man û xisareke giran li binesaziyê bû. Hikumetê 10 hezar leşker ji bo karên lêgerîn û rizgarkirinê seferber kir.

Li Efrîkaya Başûr, barana ku hefteyekê bariya, bû sedema felaketên lehiyê û hezazê. Piraniya qurbaniyên karesatê li eyaleta Kwazûlû-Natal, li bajarê Dûrbanê bû ku bajarekî bendergehê ye û nifûsa xwe 3.5 milyon mirov e.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya artêşa Efrîkaya Başûr,  10 hezar leşker ji bo piştgiriyê bidin hewldanên di dema karesatê de hatine wezîfedarkirin.

Leşker wê tevlî karên lêgerîn û rizgarkirinê, operasyonên paqijkirinê û alîkariya destpêkê bibin.

Di dema karesatê de nêzî 4 hezar xanî hilweşiyan û xisar li 13 hezar û 500 xaniyan bû.

Karesatê bandor li gelek nexweşxane û 550 dibistanan kir. Rê hatin girtin, xisareke mezin çêbû û têkiliya bi gelek herêman qut bû.