ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Bagera Cizîrê: Bajarokek û 24 gund hatin rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bajarokê Mergede û 24 gundên li derdora wê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. -
Jinên li Efrînê ji bo Ocalan îmzeyan didin hev
Ji bo zelalkirina rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinên li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dest bi komkirina îmzeyan kirin. -
Exterîn çawa hate teslîmkirin?
Şervanên Cephet El Ekrad ên bi banga piştgiriyê çûn Exterînê ji bo li dijî DAIŞ'ê şer bikin, gotin ku Exterîn 12'ê Tebaxa 2014'an bi komployekê radestî DAIŞ'ê hatiye kirin. -
Cenazeyê şehîd Dilşêr Amed li Serêkaniyê hate veşartin
Welatiyên bajarê Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG′ê Mihemed Mehmûd (Dilşêr Amed) li Goristana Şehîdan a bajarê Serêkaniyê bi merasîmekê veşartin. -
Şervanên ji Reqayê vegeriyan Efrînê bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin
Şervanên YPG, YPJ û Eniya Kurdan ên Herêma Efrînê, piştî rizgarkirina Reqayê vegeriyan. -
3 şervanên YPG’ê li Karemayê hatin veşartin
3 şervanên YPG’ê yên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bubûn li navçeya Reqayê Karemayê hatin veşartin. -
Li Girê Spî û Til Hemîsê şehîd hatin veşartin
Şervanên QSD’ê yên ku li Reqayê şehîd bûbûn, Fesel Reqa, Yasir Mihemed û şervanê YBŞ’ê yê ku li Şengalê şehîd bûye Xelîl Ereb hatin veşartin. -
Gelê Tebqayê şehîdê xwe spart axê
Şervanê QSD'ê Elî Ilewî El Faris ê li Reqayê şehîd bû, li Tebqayê bi merasîmekê hate veşartin. -
Bi hezaran kes li Rojava ji bo Ocalan meşiyan
Li Kantona Hesekê, bi hezaran kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Gundê Xan ê Dêra Zorê hate rizgarkirin
Gundê Xan ê Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin. Di şer de 5 çete hatin kuştin. -
Çeteyên li Îdlibê dîsa bi hev ketin
Li wîlayetên Îdlib û Helebê, di navbera komên çete careke din şer derket. -
Piştî 3 salan vegeriya û malbata xwe rizgar kir
Piştî ku 3 salan di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de jiya û li zindanê hate girtin, ji Dêra Zorê reviya û li Hesekê tevlî nava refên YPG'ê bû. Casim tevî hevalên xwe, berî mehekê gundê xwe yê li bakurê rojava yê Dêra Zorê û malbata xwe rizgar kir. -
Artêşa Tirk bajarokê Şêxler ê Kobanê bomberdûman dike
Artêşa Tirk a li gudnê El-Emarna yê girêdayî Cerablûsê bi cih bûne, bi çekên giran bajarokê Şêxler ê Kantona Kobanê bomberdûman dike. -
Çeteyên Tirkiyeyê êrîşî gundê Birc Silêman ê Efrînê dikin
Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li gundê Batota ya girêfayî bajarokê Daritizzê bi cih bûne bi hawanan êrîşî gundê Birc Silêman a girêdayî navçeya Şêrewa ya Kantona Efrînê dikin. -
Bagera Cizîrê: Gundê Al Quşayriah hat rizgarkirin,7 çete hatin kuştin
Şervanên Pêngava Bagera Cizirê bi pêş ve diçin, gundê Al Quşayriah rizgarkirin. Di şerê li herêmê de 7 çete hatin kuştin. -
Şervanên Efrînî yên ku tevlî operasyona Reqayê bûne vegeriyan
Şervanên YPG/YPJ’ê yên ku tevlî Pêngava Rizgarkirinê ya Reqayê bûbûn li Efrînê vegeriyan. -
Li Bakurê Sûriyeyê hejmara bernamzetan 5 hezar derbas kir
Ji bo Hilbijartina Meclîsa Herêmî ya Bakurê Sûriyeyê serlêdanên bernamzetiyê dewam dikin. Hejmara serlêdêran 5 hezar derbas kiriye. -
Li Holê mayin teqiya: Sivîlekî jiyana xwe ji dest da
Li bajarokê Holê yê Hesekê, ji ber teqîna mayineke çeteyên DAIŞ'ê sivîlekî jiyana xwe ji dest da. -
Nasnameya 3 şehîdên Bagera Cizîrê hate eşkerekirin
YPG'ê ragihand ku 1'ê Cotmehê û 5'ê Mijdarê li bejahiya Dêra Zorê di pêngava Bagera Cizîrê de 3 şervanên wan şehîd bûne. -
Çeteyên Tirk êrîşî nuqteyên leşkerî yên Minbicê dikin
Çeteyên Tirkiyeyê, nuqteyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin hedef, şervanan jî di haman kêliyê de bersiv dan. -
Li Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG’ê Cûdî hat veşartin
Welatiyên bajarê Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG’ê Taha Tirkî Hemam (Cûdî) ê di Pêngava Bager Cizîrê de şehîd bibû, bi merasîmeke heybet li Goristana şehîdan a bajarê Serêkaniyê veşartin. -
Cenazeyên Şehîdên Pêngava Reqa-Bagera Cizîrê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyên 4 şervanên YPG‘ê yên di Pêngava Reqa -Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîda Dijwar bi merasîmeke heybet hatin veşartin. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Alan Serêkaniyê hate veşartin
Bi sedan welatiyên herêma Serêkaniyê û Til Temirê, cenazeyê şervanê YPG`ê Esaed Korî (Alan Serêkaniyê) ku di 2’ê Mijdarê de, di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, bi merasîmekê li goristana Şehîdan a Til Temirê veşartin. -
Di şerê li dijî DAIŞ’ê de rojeke şervanên QSD’ê....
Em du rojnamevan ji bo ku şopandina operasyonên li dijî du gundên bi navê Makara Nû û Makara berê, du rojan ligel şervanên QSD’ê bûn… -
Bagera Cizîrê: Depoyeke mayinan a çeteyan hate dîtin
Asayîşa Dêra Zorê, di encama operasyoneke taybet de depoyeke mayinên çeteyên DAIŞ'ê dîtin.