Ferhad Asman Casim 33 salî ye û ji gundê Hamar El Alî yê Dêra Zorê ye. Ferhad Asman Casim ku beriya şerê navxweyî yê Sûriyeyê karker bû, piştî ku Dêra Zor bi dorê kete destê Artêşa Azad û DAIŞ'ê, jiyan li wî herimî.
Piştî ku 3 salan di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de jiya û li zindanê hate girtin, ji Dêra Zorê reviya û li Hesekê tevlî nava refên YPG'ê bû. Casim tevî hevalên xwe, berî mehekê gundê xwe yê li bakurê rojava yê Dêra Zorê û malbata xwe rizgar kir.
Em Casim li mala ku dayik, hevser, zarok û xizmên wî lê dijîn, dibînin. Mala Casim cihê şahîd û kêfxweşiyê ye. Pêngav hê neqediya ye, lê belê tirs ji nava dilê wan derketiye. Jin bi kincên xwe yên rengîn û bi rûkeniya xwe me pêşwazî dikin. Jin tevî hevser û zarokên xwe bi kêfxweşî bi nîşaneya serketinê derdikevin pêşiya kamerayên me.
Ferhad Asman Casim û dayika wî Anod Abdullah Halef El Casim ji me re qala serpêhatiya xwe û rewşa xwe ya heyî dikin.
'REJÎM, ARTÊŞA AZAD Û DAIŞ NE KÊMÎ HEV BÛN'
Ferhad Asman Casim ku 33 salî ye, beriya rûdana şerê navxweyî yê Sûriyeyê karker bû û bi vê wesîleyê li hin bajarên Rojava û Sûriyeyê xebitî. Ferhad Asman Casim diyar kir ku bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê re jiyana wan guherî û got, "Piştî ku şoreşê dest pê kir, gundên me ketin destê Artêşa Azad. Wan jî gelekî zilm li gel dikirin. Heta firaxan, her tiştên gel didizîn. Piştî 3 salan DAIŞ hat. Rejîm jî, Artêşa Azad jî, DAIŞ jî ne kêmî hev bûn."
DEMA DAIŞ'Ê Û ESARETA WÎ
Casim destnîşan kir, ku rewşa gelê Dêra Zorê di dema DAIŞ'ê de qet nebaş bû û wiha dewam kir: "Gelekî zilm li gel dikirin. Kar di destê me de nema. Gelekî dest li jiyana me werdidan. Çi jin çi jî mêr, li her kesî didan.
Yekser diketin nava malên me. Ji me re digotin, 'Çima dayik, xwişk, hûn hemû bi hev re ne'. Mirov nikarîbû bi hevser û zarokên xwe re li kolanê bi hêsanî bimeşin. Dest li malbata mirovan jî werdidan. Televîzyon qedexe bû. Nedixwestin ku em li qenalên mîna Ronahî temaşe bikin, nedixwestin em şerê YPG'ê yê li dijî DAIŞ'ê hîn bibin û moralê jê bigirin."
Ferhad Asman Casim, ji ber ku çeka wî ya şexsî hebû kete zindana DAIŞ'ê û mehekê di zindanê de ma. Casim der barê dema esareta xwe ya di destê DAIŞ'ê de wiha axivî: "DAIŞ dikete nava malan û çekên me yên ji bo nêçirê dida hev. Çek qedexe bû. Piştî ku ez girtin, bi gelekî awayî êşkence li min kirin. Gelekî li min dan."
JI DÊRA ZORÊ REVIYA Û TEVLÎ NAVA REFÊN YPG'Ê BÛ
Ferhad Asman Casim berî 3 salan ji gundê xwe yê li Dêra Zorê ji dagirkeriya DAIŞ'ê reviya û xwe gihand Hesekê. Li Hesekê tevlî nava refên YPG'ê bû. Casim qala wê demê kir: "Berî sê salan ez ji Dêra Zorê reviyam, hatim Hesekê û ji bo ax û gelê xwe biparêzim, ji bo cîhanê ji DAIŞ'ê paqij bikim tevlî nava refên YPG'ê bûm. Min bihîstibû ku di nava YPG'ê de biratî û demokrasî heye, hemû sivîlan weke xwişk û birayên xwe dibînin û xw eji kesî mezintir nabînin. Ji ber vê yekê reviyam û tevlî nava YPG'ê bûm.
Ez li Serêkaniyê karker bûm. Min dît bê Artêşa Azad petrolê çawa didize. Lê min dît ku YPG ne weke wan e. Li wê derê gel dikarîbû biçûya mala xwe û bihata. Min nêrîna wan û nêrîna YPG'ê nas kir. Nedişibiyan Artêşa Azad. Vê yekê bandor li min kir."
'EL HEMDÛLLÎLAH BAŞ BÛ, WÊ BAŞTIR BIBE'
Ferhad Aslan Casim hê di destpêkê de tevlî nava Pêngava Rizgarkirina Reqayê bû. Hê pêngava Reqayê bi temamî neqediya bû, tevî hevalên xwe yên YPG'yî tevlî nava Pêngava Bagera Cizîrê bû. Casim got, "Me berê xwe dan Dêra Zorê ji bo ji qirêjiya DAIŞ'ê paqij bikin. Gel li benda YPG'ê bû ku bên û wan ji qirêjî û gemara DAIŞ'ê paqij bikin.
Bi moraleke mezin me dest bi pêngavê kir. Hemû hevalên tevlî bûn, YPG'yiyên kevn bûn. Me xwe ji bo pêngavê amade kiribûn. Bi rengekî rêk û pêk û bi plan me dest bi pêngavê kirin. Mîna DAIŞ'ê em neçûn ku zilmê li gel bikin. Bi hêviya Xwedê, ji dil û can em ji bo rizgarkirina gel çûn. Bêguman hin zor û zehmetî derketin pêşiya me. Lê El Hemdûllîlah baş bû, baştir dibe."
'EM ÊDÎ JI TIŞTEKÎ NATIRSIN'
Dayika Ferhad Asman Casim Anod Abdul Halef Casim jî destnîşan dike ku êdî ti hikum li ser wan nîne û bi dilrehetî cixara xwe dikişîne. Dayik Casim dibêje, "Em niha baş in û dil rehet in. Berê jin nikarîbûn derkevin derve. Çeteyên DAIŞ'ê li gorî kêfa dilê xwe ew digirtin. Em niha kêfxweş in û dilrehet in. Em dikarin bi dilê xwe bigerin. Kes tiştekî ji me re nabêje. Em niha ji tiştekî natirsin."