Jinên li Efrînê ji bo Ocalan îmzeyan didin hev

Ji bo zelalkirina rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jinên li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dest bi komkirina îmzeyan kirin.

Bi daxwaza eşkerekirina rewşa ewlekarî û tendirustiya Rêber Ocalan jinên Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê li qada azadiyê ji bo komkirina îmzeyan kon vedan

Kon bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên "Azadiya Rêber Apo misogeriya bidawîkirina aloziya li Rojhilata Navîn e", "Em şehîdên xwe naspêrin axê, dispêrin dilê xwe" hat xemilandin.

Çalakî wê du rojan dewam bike. Tevahî pêkhateyên,sazî û dezgehên kantona Efrînê tevli çalakiyê bûn. Îmzeyên ku tên komkirin wê ji Rêxistina CPT'ê û ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re werin şandin.