Bi hezaran kes li Rojava ji bo Ocalan meşiyan
Li Kantona Hesekê, bi hezaran kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Li Kantona Hesekê, bi hezaran kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Ji Dirbesiyê, Serêkaniyê û Zirganê yên Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bi hezaran kes tevlî meşa li Til Temirê bûn.
Çalakgeran ji ber avahiya Meclîsa Dayikên Şehîdan a Til Temirê dest bi meşê kirin û bi wêneyên Ocalan û pankartan heta ber stada Şehîd Bilind meşiyan.
Hevserokê Meclîsa Til Temirê ya TEV-DEM'ê Mihemed Seyîd Şêxmûs li ber stadê axivî û got, "Ev girseya gel nîşaneya xwedîderketina li felsefeya Rêber Apo ye. Gelên bindest bi saya felsefeya azadiyê bi ser dikeve."
Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.