Cenazeyê şervanê YPG’ê Alan Serêkaniyê hate veşartin

 Bi sedan welatiyên  herêma Serêkaniyê û Til Temirê, cenazeyê şervanê YPG`ê Esaed Korî (Alan Serêkaniyê) ku di 2’ê Mijdarê de, di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, bi merasîmekê li goristana Şehîdan a Til Temirê veşartin.

Welatiyên Serêkaniyê piştî cenazeyê şervan Alan Serêkaniyê ji nexweşxaneya Serêkaniyê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan  berê xwe dan goristana Şehîdan a Til Temir. Li goristanê merasîmek hate lidarxistin.

Merasîm bi rêzgirtina leşkerî ji aliyê şervanên YPG`ê ve dest pê kir. Piştre li ser navê YPG`ê Fermandar Mehmûd Edûlê axivî. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê endama rêveber Şêxe Xelîl û li ser navê Malbatên Şehîdan apê Şehîd, Elî Korî axivîn.

Fermandarê YPG`ê Mehmûd Edûlê bi navê YPG/YPJ`ê sersaxî ji malbata şehîd Alan re xwest û wek şervanekî leheng û wêrek bi nav kir û wiha got:“Di hemû pêngavên li dijî çeteyan de li gel me bû û ji bo welatê xwe canê xwe feda kir.“

Mehmûd Edûlê wiha domand: “Em soz didin ku em ê tola wî hildin, rêya wî bişopînin.”

Endama Rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Şêxe Xelîl jî di axaftina xwe de sersaxî ji malbata Şehîd re xwest û wiha got: “Ji ber ku ji bo xak û azadiyê fedakarî kir, ev jî cihê serbilindî û serfiraziyê ye.”

Şêxe Xelîl soz da ku ewê wek malbatên şehîdan bi fedakariya şehîdan re dilsoz bin û rêya ku ew li ser meşiyane, bigirin dest.

Piştre wesîqeta şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Li ser navê malbata şehîd Alan jî apê wî Elî Korî axivî.  Apê şehîd di axaftina xwe de got “Em bi şehadeta kurê xwe serbilind in ku ew ji bo welat têkoşiyaye û ji bo parastina wê şehîd bûye.”

Rêhevalên şehîd Alan darbesta  wî rakirin ser milan û bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re li goristana Şehîdan a Til Temir spartin axê.