ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeya Şehîd Cûdî Zagros hate veşartin
Welatiyên herêma Cindirêsê cenazeyê şervanê YPG`ê Luqan Şêx Heyder (Cûdî Zagros) bi merasîmekê veşartin. -
Çalakiya kon ê li Qamişlo ji bo Ocalan hatibû vedan bi dawî bû
Çalakiya konê greva birçîbûnê ku ji bo rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê meclisa gundê Girbawî yê girêdayî Qamişlo ve ku beriya 2 rojan hatibû vedan, îro di seetên êvarî de, bi serlêdana partî, sazî, YPG-YPJ û meclisên gundan ve bi dawî bû. -
Şervanên QSD ‘ê derbasi gundê Tilaba bûn
Şervanên QSD’ê li Dêra Zorê pêşveçûnên xwe didominin. Şervanên piştî rizgarkirina gundê Herika derbasî gundê Tilaba bûn. -
Bagera Cizirê: Gundê Herika hate rizgarkirin
Li Dêra Zorê gundê Herika hat rizgarkirin, li gundê Agedatê şer bi hemû giraniya xwe didome û çeteyên DAIŞ’ê derbeke giran xwarin. -
Gabrîel: Mîna Reqayê, em ê Dêra Zorê jî ji DAIŞ'ê paqij bikin
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan Kîno Gabrîel got, "Mîna Reqayê, em ê Dêra Zorê jî sedî sed ji DAIŞ'ê paqij bikin. Em ê jinên Suryanî û Êzidî yên dîl hatine girtin rizgar bikin." -
Pêngava Bagera Cizîrê: Li gundê Herîkayê şer giran e
Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de şervanên QSD'ê her bi pêş ve diçin. Li gundê Herîka yê li bakurê rojhilat ê Dêra Zorê di navbera şervanan û çeteyan de şerekî dijwar diqewime. -
'Hilbijartin wê paşeroja Bakurê Sûriyeyê diyar bike'
Rûken Mella Îbrahîm bal kişand ser bandora hilbijartina giştî li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê û got, "Ev hilbijartin wê jiyana komunal û demokratîk a Bakurê Sûriyeyê diyar bike." -
Zarokê ku DAIŞ'ê ew kiriye kujerek
Ebû Mecîd li gelek herêman li dijî hêzên QSD'ê şer kiriye. Ew hê 14 salî ye û yek ji gelek zarokên ku DAIŞ'ê ew revandiye û kiriye kujer. -
Cenazeyê şehîd Nede Ebdullah hate veşartin
Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyê şervana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Nede Ebdullah bi merasîmekê li Goristana şehîdan a Minbicê veşartin. -
Dîmenên ji esmanan ve yê El Umer a di destê QSD’ê de
Dîmenên ji hewayê ve ya Navenda petrolê ya El Umer a yek ji bîra herî mezin a petrolê ya Sûriyeye ku di 22’yê Cotmehê de kete destê şervanê QSD’ê, gihişte ajansa ANF’ê. -
Ebû Erac: Em amade ne pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk bigirin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger Ebû Erac got, ew amade ne biçin Îdlibê û pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk bînin. -
Şervanên YPG/YPJ'ê yên li Kobanê ji bo azadiya Ocalan bang kirin
Şervanên YPG û YPJ'ê yên li Kobanê bang li gelên Rojhilata Navîn kirin, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê çil sal e ji bo azadiya gelan li ber xwe dide, rabin ser piyan. -
Bagera Cizîrê: 4 gund hatin rizgarkirin
Di Pêngava Bagera Cizîrê de, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji duh bi şev û vir ve 4 gund ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. -
Cenazeyê Fadî Reqa bi merasîmekê hate veşartin
Welatiyên bajarê Tebqa navçeyên Cerniye û Ceberê bi merasîmekê cenazeyê Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirin Fadî Ehmed (Fadî Reqa) li goristanê veşartin. -
Bagera Cizirê: Êrîş hate şikandin, 18 çete hatin kuştin
Ji aliyê şervanên QSD’ê ve êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser zeviyên El Umer hate şikandin. Şervanan panzerek û wesayîtek doçka ya 23 jî îmha kirin. -
Cenazeyê 5 şehîdên Bagera Cizirê li Hesekê hate veşartin
Welatiyên bajarê Hesekê û gundên wê cenazeyê 5 şervanên YPG’ê yên ku di Pêngava Bagera Cizirê de şehîd bibûn, bi merasîmekî heybet li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê veşartin. -
Gundiyên Semra yê Reqayê li cih û warên xwe vedigerin
Şervanên QSD'ê, piştî ku Reqa ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin, dest bi paqijkirina herêmê ji bermahiyên çeteyan kirin. Şêniyên ku gundên wan hatine paqijkirin vedigerin cih û warên xwe. -
Ji Qamişlo heta Amûdê bi hezaran kes ji bo Ocalan dimeşin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi hezaran kes ji Qamişlo heta Amûdê dimeşin. -
Pêngava Bagera Cizîrê: Li El Umerê şerekî giran heye
Çeteyên DAIŞ’ê îro di destê sibehê de êrîşî cihên QSD’ê yên li El Umerê kirin. Şer didome. -
Hat qedexekirin ku bazirgan û selefkar têkevin Dêra Zorê!
Asayîşa Dêra Zorê têketina bazirgan û selefkaran a li Dêrazorê qedexe kir. -
Tevlîbûna ciwanên Kurd û Ereb li nava refên YPG'ê dewam dike
Li Til Koçerê, 21 şervanên Kurd û Ereb ên li Akademiya Şehîd Xebat hatin perwerdekirin tevlî nava refên YPG'ê bûn. -
Newroz Ehmed: Li Dêra Zorê şerekî ji Reqayê dijwartir diqewime
Endama Fermandariya Giştî ya YPG û QSD'ê Newroz Ehmed destnîşan kir, ku Pêngava Bagera Cizîrê ji ya Reqayê dijwartir dimeşe. -
Artêşa Tirk gundê Zormixarê bomberdûman dike
Artêşa Tirk a dagirker, nuqteyên Hêzên Erka Xweparstinê yên li gundê Zormixarê bomberdûman dikin. -
Cenazeyê 2 şehîdan li Dêrikê hatin veşartin
Şêniyên bajarê Dêrikê û navçeyên wê cenazeyên şervanekî YPG′ê û xebatkarekî deriyê sînor ê Siwêdiyê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin. Her wiha nasnameyên du şervanên YPG′ê jî hatin eşkerekirin. -
Cenazeyê 2 şervanên YPG’ê li Girê Spî hate veşartin
Welatiyên Kantona Girê Spî cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed Osman û Arîf Xelef bi merasîmekê li Goristana Şehîd Mehmûd Tumê veşartin.