Li Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG’ê Cûdî hat veşartin

Welatiyên bajarê Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG’ê Taha Tirkî Hemam (Cûdî) ê di Pêngava Bager Cizîrê de şehîd bibû, bi merasîmeke heybet li Goristana şehîdan a bajarê Serêkaniyê veşartin.

Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG′ê Taha Tirkî Hemam(Cûdî) ê ku li bajarê Dêra Zorê di bersivdayîna êrîşa çeteyên DAIŞ′ê de şehîd bûye, ji nexweşxaneya Serêkaniyê wergirtin û ber bi Goristana şehîdan a bajarê Serêkaniyê ve ketin rê. Girseya gel dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ qîr kirin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Şêrîn Mihemed axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku van şehîdan di oxira rizgarkirina welatê xwe de, canê xwe dane.

Piştre li ser navê Fermndariya YPG’ê Îmad Mano jî sersaxî ji malbata têkoşer re xwest û diyar kir ku bi saya fedekariya şehîdan, Sûriyeke demoratîk û Federal tê avakirin.

Îmad rizgarkirina bajarê Reqayê li gelên herêmê pîroz kir û got ku parastina destkeftiyên şehîdan erka wan a exlaqî û niştîmanî ye. Îmad di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê heta serkeftinê da.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmên “Şehîd namirin” ve hate veşartin.