Nasnameya 3 şehîdên Bagera Cizîrê hate eşkerekirin

YPG'ê ragihand ku 1'ê Cotmehê û 5'ê Mijdarê li bejahiya Dêra Zorê di pêngava Bagera Cizîrê de 3 şervanên wan şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe weşand û nasnameya 3 şervanên 1'ê Cotmehê û 5'ê Mijdarê şehîd bûne eşkere kir.

YPG'ê sersaxî ji malbatên şervanan û gelê welatparêz xwest û soza xwe dubare kir ku wê armancên şehîdan bi ser bixînin.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ne:

Dilşêr Amed

Nav û Paşnav: Dilşêr Amed

Navê Rast: Mihemed Ebbas

Navê Dayîkê: Hana

Navê Bav: Mehmûd

Cihê ji Dayîkbûnê: Serêkaniyê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 5‘ Mijdar 2017 – Dêra Zor

Qasim El Cas

Nav û Paşnav: Qasim El- Cas

Navê Dayîkê: Masîra

Navê Bav: Mihemed

Cihê ji Dayîkbûnê: Dêrazor

Cîh û Dîroka Şehadetê: 1 ‘ê Cotmeha 2017 – Dêra Zor

Xazî El Seîd

Nav û Paşnav: Xazî El Seîd

Navê Dayîkê: Eyşa

Navê Bav: Mehmûd

Cihê ji Dayîkbûnê: Dêrezor

Cîh û Dîroka Şehadetê: 1‘ê Cotmeha 2017 – Dêra Zor