Çeteyên Tirk êrîşî nuqteyên leşkerî yên Minbicê dikin

Çeteyên Tirkiyeyê, nuqteyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin hedef, şervanan jî di haman kêliyê de bersiv dan.

Çeteyên Tirkiye nuqteyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên dikevin bajarokê Ewn Dedat ê dikeve bakurê bajarê Minbicê di saet 18:40’an de bi çekên giran êrîş kirin. Li ser bersivdayîna şervanan li herêmê şerekî dijwar qewimî.

Êrîşên çeteyan dewam dike, têkildarî encamên êrîşê heta niha agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Li herêma şer lê qewimî, Koalîsyona Navneteweyî, DYA, Meclîsa Leşkerî ya Minbic û Tirkiye li ser lihev kiribûn û agirbest lêhatibûn îlankirin. Peyman di Tebaxa 2016’an de bi azadkirina Minbicê re pêk hatibû.