Li Holê mayin teqiya: Sivîlekî jiyana xwe ji dest da
Li bajarokê Holê yê Hesekê, ji ber teqîna mayineke çeteyên DAIŞ'ê sivîlekî jiyana xwe ji dest da.
Li bajarokê Holê yê Hesekê, ji ber teqîna mayineke çeteyên DAIŞ'ê sivîlekî jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Şerqî ya bajarokê Holê, li mala welatiyê bi navê Bedran Hisên Mensûr mayin teqiya. Ji ber teqînê Mensûr jiyana xwe ji dest da.
Hêzên Asayîşê piştî teqînê dest bi lêkolînê kir. Di encama lêkolînê de mayineke din dîtin ku li nava çirayê hatibû bicihkirin.
Hêzên Asayîşê diyar kirin ku ev mayin ji aliyê çeteyan ve li malê hatine bicihkirin û ji welatiyan xwestin, dema ku ji tiştekî ketin gumanê yekser agahiyê bidin Hêzên Asayîşê.