Şervanên Efrînî yên ku tevlî operasyona Reqayê bûne vegeriyan

Şervanên YPG/YPJ’ê yên ku tevlî Pêngava Rizgarkirinê ya Reqayê bûbûn li Efrînê vegeriyan.

Şervanên YPG/YPJ’ê yên ku tevlî rizgarkirina pêngava Reqayê bûne piştî azadbûna bajêr li Efrînê vegeriyan.

Gelek şervan ji Efrînê tevlî Pêngava Rizgarkirinê ya Reqayê bûbûn. Piştî ku operasyon temam bû şervanên YPG/YPJ’ê yên ku vegeriyan Efrînê bi rengekî girseyî hatin pêşwazîkirin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê 6’ê Hezîrana 2017’an dest pê kiribû, piştî şerekî dijwar ê 135 rojan 17’ê Cotmeha 2017’an, bi paqijkirina bajêr bi dawî bûbû.