Bagera Cizîrê: Bajarokek û 24 gund hatin rizgarkirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bajarokê Mergede û 24 gundên li derdora wê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.

Pêngava Bagera Cizîrê ku 9'ê Îlonê dest pê kir, didome. Di çarçoveya pêngavê de şervanên QSD'ê ji bo rizgarkirina bajarokê Mergede û 24 gundên li derdora wê duh bi şev dest bi operasyonê kirin. Di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar qewimî.

Di encamê de bajarokê Mergede û 24 gundên li derdorê bi temamî çeteyên DAIŞ'ê hate paqijkirin.

Di vî şerî de gelek çete hatin kuştin. Li gel cenazeyên çeteyan, gelek çek û cebilxaneyên çeteyan ketin destê şervanan.

Wekî din, çeteyên DAIŞ'ê duh êrîşî nuqteya şervanên QSD'ê ya li herêma petrolê El Umer kirin. Şerê li vir 4 saetan dewam kir û di encamê de êrîş hate şikandin. 3 çeteyên DAIŞ'ê li vir hatin kuştin û cenazeyên wan li naverastê man.

Bi rizgarkirina bajarokê Mergeda û derdora wê re şervanan ji destpêka Bagera Cizîrê û heta niha 5 hezar Km2 ji xak hatiye rizgarkirin.