Cenazeyên Şehîdên Pêngava Reqa-Bagera Cizîrê hatin veşartin

Welatiyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyên 4 şervanên YPG‘ê yên di Pêngava Reqa -Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîda Dijwar bi merasîmeke heybet hatin veşartin.

Gireseya gel cenazeyên şervanên YPG‘ê Mihemed Ferhan (Kados Hesekê), Iyad Elî Hemîd (Sunbul Hesekê), Hemîd El-Salih (Ûdey) û Elî Silo (Medenî Hesekê) ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekê wesayîtên ku bi wêneyên her çar şehîdan û alên YPG‘ê hatibû xemilandin, ber bi Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê ve bi rê ketin.

Li goristanê merasîm bi deqyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Di merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Fatima Hesen got: “Şehîd rêya gelan ronî dikin. Şehîd Medenî Hesekê li hember faşîzmaya Tirkiyê her tim di nava têkoşînê de bû, herî dawî tevlî YPG‘ê bû û di Pêngava Rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bû.”

Fermandara QSD‘ê Mehabad Koçer jî axivî û anî ziman ku wê berxwedana neyê jibîrkirin û di rûpelên dîrokî de mayînde bimîne.

Di berdewama merasîmê de Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Hekem Xelo sersaxî ji malbatên şehîdan re xweset. Xelo anî ziman ku Bakurê Sûriyê di qonaxeke hesas re derbas bibe, ev qonax ji bo pêşeroja Sûriyeke nû pir girîng e. Xelo diyar kir ku wê bi bedelên giranbuha Sûriyeke nû, demokratîk were avakirin. Her wiha Xelo di dawiya axaftina xwe de soza şopandina xeta şehîdan da.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameyên şehîdan xwend û radestî malbata wan kir.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan bi dirûşma “Şehîd namirin” û tilîliyên dayikan hatin veşartin.