Gelê Tebqayê şehîdê xwe spart axê
Şervanê QSD'ê Elî Ilewî El Faris ê li Reqayê şehîd bû, li Tebqayê bi merasîmekê hate veşartin.
Şervanê QSD'ê Elî Ilewî El Faris ê li Reqayê şehîd bû, li Tebqayê bi merasîmekê hate veşartin.
Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Elî Ilewî El Faris (Ferûce) ê li Reqayê şehîd bû, li Tebqayê bi merasîmekê hate veşartin.
Ji bo şehîd Ferûce li şehîdgeha Tebqayê merasîmek hate lidarxistin. Ji fermandarên QSD'ê Omîd Gabar û endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ebir Mûsa li vir axivîn.
Qisekeran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin, wê têkoşîna azadiyê di nava her şert û mercî de bidome.
Piştre belgeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Cenazeyê Şehîd Ferûce li ber dirûşman hate veşartin.