Şervanên ji Reqayê vegeriyan Efrînê bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin
Şervanên YPG, YPJ û Eniya Kurdan ên Herêma Efrînê, piştî rizgarkirina Reqayê vegeriyan.
Şervanên YPG, YPJ û Eniya Kurdan ên Herêma Efrînê, piştî rizgarkirina Reqayê vegeriyan.
Piştî bidawîbûna Cenga Mezin a ji bo rizgarkirina Reqayê, şervanên YPG-YPJ'ê û Cephet Ekrad (Eniya Kurdan) ên Herêma Efrînê vegeriyan. Şervanên herêma Efrînê di pêngava rizgarkirina Reqayê de bi roleke sereke rabûn.
Şervan ji aliyê gelê herêmê û hevrêyên xwe ve bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin. Her wiha li Efrîn û navçeya Cindirêsê jî ji bo pîrozkirina vegera şervanan merasîma leşkerî hate lidarxistin.
Piştî pîrozbahiyê, şevanên ji pêngava rizgarkirina Reqayê vegeriyan, serdana goristana şehîdan a Şehîd Seydo kirin.