Li Girê Spî û Til Hemîsê şehîd hatin veşartin

Şervanên QSD’ê yên ku li Reqayê şehîd bûbûn, Fesel Reqa, Yasir Mihemed û şervanê YBŞ’ê yê ku li Şengalê şehîd bûye Xelîl Ereb hatin veşartin.

Gelê Girê Spî şervanên QSD’ê yên ku şehîd bûne, Fesel Reqa û Yasir Mihemed (Ciwan Reqa) veşart.

Di merasîma veşartinê de ya li gundê Tenhûz ê Girê Spî li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Wehîd El Ebdullah, li ser navê rêveberiya meclîsa TEV-DEM’ê Selahattîn Firat û Endama Rêveberiyê ya Girê Spî Zelîxe Ebdî axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û hate diyarkirin ku bi saya têkoşîna şehîdan li Bakurê Sûriyeyê aramî pêk hatiye.

Piştî axaftinan belgeya şehadetê ya şervanan hate xwendin û teslîmî malbatan hate kirin.

Li Til Hemîsê jî şervanê YBŞ’ê Xelîl Ereb ê ku di 4’ê Mijdarê de li Şengalê şehîd bûbû, hate veşartin.

Cenazeyê şervanê YBŞ’ê Elî Mistefa (Xelîl Ereb) ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê hate wergirtin û birin Goristana Şehîd Raxib El Etiye ya li gundê El Salihiye yê Til Hemîsê.

Di merasîma li vê derê de fermandarê YBŞ’ê Welîd Derik û Endama Rêveberiya TEV-DEM’ê Finsa Husen axivîn.

Piştî axaftinan belgeya şehadetê ya Şehîd Xelîl Ereb hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Şehîd Xelîl Ereb bi slogan û tililiyan hate veşartin.

Xelîl Ereb ê ku di 4’ê Mijdarê de şehîd bû, yekemîn şehîdê YBŞ’ê yê Ereb e.