Cenazeyê şehîd Dilşêr Amed li Serêkaniyê hate veşartin

Welatiyên bajarê Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG′ê  Mihemed Mehmûd (Dilşêr Amed) li Goristana Şehîdan a bajarê Serêkaniyê bi merasîmekê veşartin.

Bi sedan welatiyên Bajarê Serêkaniye îro cenazeya şervanê YPG’ê Mihemed Mehmûd (Dilşêr Amed) ê ku li bajarê Dêra Zorê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dabû destpêkirin de şehîd ketibû, ji Nexweşxaneya wergirtin û bi tilîliyên dayikan û diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re ber bi Goristana şehîdan ve bi rê ketin.

Piştî girseya gel tevî cenazeya Şervanê YPG’ê gihîştin Goristana Şehîdan a bajêr, merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG’ê ve destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Zehra Qido axivî û sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û diyar kir ku bi saya xwîna van şehîdan û berxwedana şervanan welatiyên herêmê azad jiyan dikin.

Di merasîmê de her wiha li ser navê fermandariya YPG’ê Harûn Serêkaniyê jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku bi saya fedekariya şervanan û xwîna şehîdan, Sûriyeke demoratîk û Federal tê avakirin û wiha got: “Di kesayeta şehîdên me yê ku canê xwe fedayî gelên herêmê kirine de, hemû pêkhateyên herêmê azad jiyan dikin.”

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehdî bi dirûşma “Şehîd Namirin” ve hate veşartin.