DYA: Êrîşa li ser Efrînê bala têkoşîna bi DAIŞ’ê re belav dike

Feramandarê CENTCOM Josehp Votel, destnîşan kir ku êrîşa li ser Efrînê bala têkoşîna bi DAIŞ’ê re balav kir û got: “Em neçarin bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re kar bikin.”

Femandarê Hêzên Navendî ya DYA’yê (CENTCOM( Joseph Votel wiha got: “Tevgera li dijî Efrînê, bala têkoşîna bi DAIŞ’ê re balav dike. Li dijî Tirkiyeyê em zelal in, em her roj dibînin. Îro ez bi xwe bi mevkîdaşê xwe re civiya.”

Fermandarê DYA’yê bibîr xist ku wê desteka wan a bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re bidome û got: “Eger DYA’yê bi xweze dawiya DAIŞ’ê bîne, neçare bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re kar bike.”

Tirkiye di aliyê PKK’ê nava çavçoveya sînorê xwe de me di ferqa fikarên wan de ne. Ji bo derbaskirina van fikaran li dijî Tikiyeyê em vekirî û her demê em ê zelal bin. Ji xwe tim di nava têkiliyan de ne.

Votel, di mijara Sûriyeyê de bal kişand ser sûcên Rûsyayê û diyar kir ku Moskova “Di destpêkê de aloziyên li Sûriyeyê bilind kir, piştre jî aloziyên derketin ji bo li gorî berjewendiyên xwe bikar bîne dixwaze li gorî daxwaza xwe çareser bike.

Votel destnîşan kir ku li gel Rûsya Îran jî destekê dide Sûriyeyê û bibîr xist ku ev welat dixwazin têkiliyên hevpar ên stratejîk ên di navbera Tirkiye û DYA’yê de têk bibin.

Fermandarê DYA’yî yê ku Moskova bi ‘bilindkirina aloziyan’ sûcdar dike jî, tevî ku hikûmeta Sûriye DYA nevexwendiye hewldanên heyîna wê ya li Sûriyeyê rexne dike bû destnîşan kir ku çalakiyên koalîsyona di bin pêşengtiya DYA’yê de ji bo çareseriya siyasî ya li welat nabe alîkar.