Cenazeyê şervanê YPG’ê Nûman hate veşartin

Bi sedan welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Nûman ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, bi merasîmekê bi heybet li Goristana Şehîd Dijwar veşartin.

Bi sedan welatiyên Hesekê li pêşiya Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê li hev civiyan û cenazayê şervanê YPG’ê Sîpan Ehmed (Nûman) wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiyê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Ezîze Ehmed, Endamê Fermandariya YPG’ê Diyab Hesekê, Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveeriya Xweseriya Demokratî ya herêma Cizîrê Ebdilkerîm Sarûxan axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatan şehîd re xwestin û wiha gotin; “Bi saya fedekariya şehîdan yekîtiya pêkhateyên herêmê hatiye avakirin û bi saya xwîna şehîdên weke Nûman, Avesta Xabûr û hemû şehîdên rêya azadiyê wê serkeftin ya gelê Bakurê Sûriyeyê be.”

Di dawiya merasîmê de belgeya şehadeta şehîd Nûman hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel cenazeyê şehîd li ser milên xwe kirin, bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan spartin axê.