Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê DAÎŞ, El Nûsra û El Qaîde, berxwedana serdemê ya ya gelê Efrînê û şervanên YPG/YPJ'ê di roja 40'î de ye.
Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bi gotina, "Em ê Efrînê bistînin û bidin Efrîniyan" hewl dide dagirkeriya xwe rewa bike. Gelê Efrînê bersiv da Erdogan: Efrîn a me ye, em Efrînî ne, yên li ber xwe didin jî zarokên me ne.
Dewlet Tirk dema ku dest bi êrîşên xwe yên ji bo dagirkirina Efrînê kir, li bendê bû ku hin welatiyên Efrînê ji herêmê derkevin û xwe li konên dewleta Tirk ên li ser sînor vedaye bigirin. Bi vî rengî jî plan dikir ku dagirkeriya xwe rewa bike. Lê belê ji 7 heta 70 salî şêniyên Efrînê dest bi berxwedanê kir.
Dayikên Efrînî jî rojane ji bo zarokên xwe yên li eniya berxwedanê ne xwarinê çêdikin û berxwedana li pişt eniyê geş dikin. Li nahiya Meydankê ya li navçeya Şerayê, dayik her sibehê li hev dicivin û rojê du caran ji bo zarokên xwe yên li eniyê xwarinê çêdikin.
Dayika Emîne ku zarokeke wê li eniya berxwedanê ye anî ziman ku ew xwediyê vî erdî ne û wê bi destê dewleta Tirk ve bernedin. Dayika Emîne got, "Yên li eniyê ne kî ne? Ew xwişk û birayê min e, ew zarokên min e. Em jî heta dawiyê li pişta wan in. Ji ber ku ev erd ê me ye û em ê ji Tirkan re nehêlin."
Dayika Emîne destnîşan kir ku ti mafê Tirkan li Efrînê nîne û got, "Rojane bombeyan li me dibarînin. Lê belê bila ji bîr nekin; cîhanê jî bi serê me ve birûxînin em ê li vir bin û bi ti cihî ve neçin."
Dayika Wesîle jî ku keçeke wê li nava refên YPJ'ê ye, kurekî wê jî li nava YPG'ê ye diyar kir ku tiştekî Erdogan ji Efrînê bigire nîne û got, "Bila her kes bi vê baş zanibe; ev erd ê me ye. Em li vir ji dayik bûn û heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li vir bin. Yên bi ser bikevin, em in."