Ji Eniyê: Li pey me gel û li pêş me jî gavên lerzo ên dijmin

Ji lehengên ‘Berxwedana Serdemê’ ku ji çar hêlên cîhanê mirovên alîgirên xwedî wijdan û mirovahiyê bi kelecanê, meraq û hêvî lê temaşe dikin peyam heye: Dema ku em li pey xwe dinerin em gelê xwe û dema ku em pêş xwe dinerin em gavên lerzok ên dijminên xwe

Berxwedana Serdemê ya li Efrînê ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê El Qaîde, DAÎŞ û El Nûsra êrîşên dagirker bi ser de dibin kete roja 39’an. Li Efrînê ku artêşa Tirk a dagirker bi balafir, tang, top û her cure çekên giran êrîş dibe ser, li dijî êrîşan li eniya Efrînê berxwedaneke mezin heye û her roj dastanên nû têne nivîsandin. Li Efrînê yek ji eniya ku şer lê giran e xeta Şera, Meydankê û Bilbilê ye. Berxwedêrên Serdemê ku li vê xetê ala berxwedanê radikin ji ANF’ê re axivîn.

Şervanên ku li dijî dagirkeriya Tirk Berxwedana Serdemê nîşan didin, dibêjin ew xwedan vîneke qeyîm û mezin in û ew ê serê xwe li balafirên wan ên şer û li teknolojiya dawî netewînin. Şervanên ku dema bombe jî bi ser wan de dibarin ken ji ser rûyê wan kêm nabe dibêjin, ‘’Dema ku em li pey xwe dinerin em gelê xwe dibînin, dema ku em li pêş xwe dinerin em gavên lerzok û tirsonek ên dijminê xwe dinerin’ û wiha didomînin; ‘’Em di her şert û mercî de li ber xwe bidin. Heke dijminê me jî bi xwe bawer in bila werin em singe sing şer bikin.’’


GIYANÊ KOBANÊ LI EFRÎNÊ YE
Şervanekî YPG’ê yê bi  navê Welat Efrîn ku li eniya Bilbilê-Şerayê li eniyên pêş li ber xwe dide, dibêje ew xaka xwe û gelan diparêzin û wiha didomîne: ‘’Ev 38 roj in bi her cure teknîk û hijmareke zêde ya çete û leşkerên Tirk bi ser me de tên lê tiştek bi dest nexistin. Tim medyaya wan bi çîrokên derew ên serfiraziyê dibêjin wan Efrîn standiye. Dibêjin wan hezar gund standine. Lê tiştekî wiha tine. Em li vir in û em parastina xaka xwe dikin. Hemû dinyayê jî û dewleta Tirk jî berxwedana me dît. Em bi keleşan li dijî tangan li ber xwe didin. Ev rihek e. Rihê li Kobanê dubare dibe.’’


‘EM LI PÊŞBERÎ XWE GAVÊN LERZOK ÊN DIJMIN DIBÎNIN’
Welat Efrîn dibêje moralên wan bilind e û didomîne: ‘’Moralê me pir baş e. Em ji bo gelê xwe şer dikin. Dema ku em li pey xwe dinerin em gelê xwe dibînin û dema ku em li pêşberî xwe dinerin gavên lerzok û tirsok dibînin. Li pêşberî me jî dagirkerekî tirsonek heye. Em dizanin ji bo çi şer dikin. Ji bo vê jî em bi xwe bawer in. Em ê bi ser bikevin.’’


 ‘LI DIJÎ HER CURE ÊRÎŞAN EM HAZIR IN’
Şervanekî YPG’ê yê bi navê Çekdar Efrîn dibêje li gel her cure êrîşên bi çekên giran ên dewleta Tirk parastina xak û gelên xwe dikin. Çekdar Efrîn dibêje,’’Ev mehek e li meziya me. Dewleta Tirk û çeteyên wan bi çekên giran êrîşê tînin ser me. Em jî ji bo ku parastina xaka xwe bi çekên giran li ber xwe didin. Em tevdîrên xwe distînin û amade ne ku li dijî her cure êrîşan parastina xwe dikin.’’


 ‘EFRÎN JI BO WAN WÊ BIBE XEYAL’
Şervanê YPG’ê Merwan Aras dibêje, ‘’Em li ser xaka xwe li ber xwe didin. Em li dijî dewleta Tirk û çeteyan ku bi teknîka xwe bawer dikin em berxwedanê dikin’ û wiha didomîne: ‘’Bi rastî jî berxwedan berxwedaneke dîrokî ye. Heta niha em li ber xwe didin. Tenê ku pê li cenazeyên me bikin dikarin werin Efrînê. Efrîn ji bo wan wê bibe xeyal. Sedema ku wiha bi çekên giran bi ser me de tên ji tirsa wan e.’’


 ‘JI SERFIRAZIYÊ GUMANA ME NÎN E’
Şervana YPJ’ê Fîdan Garzan dibêje dewleta Tirk bi hêza xwe ya teknîk û hijmara xwe ya zêde bawer dike û dibêje, ti şik û gumana wan ji berxwedana wan tîne û dagirker wê ti encamê nestînin. Garzan wiha didomîne: ‘’Vîna me heye, em bi vînê şer dikin. Hevalên me şehîd dibin, birîndar dibin lê ti rojeke bê berxwedan nîn e, bi paş ve gavavêtin nîn e. Berxwedaniyeke mezin heye. Ev berxwedan jî her roj moralê me zêde dike. Ji rûyê me kêfxweşî kêm nabe. Ji ber ku em dizanin ku ken çalakiyeke îdeolojîk e. Em moraleke mezin li ber xwe didin. Ji berxwedana me guman me yine. Ji serfirazbûna me jî. Em bi vê zanebûnê têdikoşin.’’


 ‘HEKE HÛN JI XWE BAWER IN WERIN EM SINGESING ŞER BIKIN’
Şervana YPJ’ê Sozda Kobanê jî got dewleta Tirk û çeteyên wê dixwzin bi çekên giran encamê bistînin û wiha domand: ‘’Li vir em li dijî artêşa Tirk û çeteyên wan parastina gelê xwe û xaka xwe dikin. Heta niha berxwedaniyeke pir mezin heye. Elê, dibe ku hin gundên me standibin lê ev gund ti caran nabin yê wan.  Beriya niha bi balafirên şer û çekên giran dixwestin encamê bistînin. Em jî ji vir bang li wan diin, bi rastî jî heke hûn bi xwe bawer bin werin em singe sing şer bikin.’’