Fransa: Pêwîstî bi mekanîzmaya ku agirbestê bişopîne heye
Wezîrê Karê Derve yê Fransayê ji bo Rojhilatê Gûtayê di çarçoveya agirbestê de bang li rejîma sûriyeyê kir û ragihand ku ji bo agirbestê mekanîzmaya şopandinê pêwîst e.
Wezîrê Karê Derve yê Fransayê ji bo Rojhilatê Gûtayê di çarçoveya agirbestê de bang li rejîma sûriyeyê kir û ragihand ku ji bo agirbestê mekanîzmaya şopandinê pêwîst e.
Wezîrê Karê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drîan piştî hevdîtina xwe ya bi hempîşeyê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re, ragihand ku divê rejîma Beşar Esad agirbesta ku rojê 5 seat an a Rûsya îlankirî qebûl bike. Le Drîan got ku agirbest ji bo ‘ji nû ve çêkirina diyalogan’ gelek girîng e û ragihand ku nameya qebûlkirina 3 komên mezin yên ‘mûxalif’ yên li Rojhilatê Gûtayê ji bo agirbestê gihiştiye Konseya Ewlehiya Netewên Yekbûyî.
Wezîrê Karê Derve banga qebûlkirina agirbestê bi heman şêweyî li serokê rejîma Sûriyeyê Beşar Esad kir.
Le Drîan diyar kir ku agirbesta rojê 5 seat an a Rûsyayê tenê qonaxeke û divê hê bêhtir were kirin.
Wezîrê Karê Derve yê Fransayê ragihand ku ji bo pêvajoya diyalogê ya dibin çavdêriya NY de pêdivî bi mekanîzmayeke çavdêriyê ku giştî agirbestê bişopîne heye.
Tevî biryara agirbesta mirovî ya 30 roj an a ku roja Şemiyê li KENY’ê hatî qebûlkirin, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi ser Efrînê didomin. Rejîma Sûriyeyê li Rojhilatê Gûtayê operasyonên xwe didome, Rûsyayê jî rojê di navbera seat 09:00 û 14:00’an de biryara agirbestê girtîbû.