YPG’ê li Bedînayê êrîş şikand, li Racoyê li dagirkeran da!
Êrîşên li ser Efrînê di roja 40’an de didome û li gelek cihan şerên giran heye.
Êrîşên li ser Efrînê di roja 40’an de didome û li gelek cihan şerên giran heye.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li dijî gundê Bedînayê yê Mabetayê hate şikandin. Şervanên YPG/YPJ’ê li gundê Bililka yê Racoyê li dijî dagirkeran çalakî li dar xist.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Bedînayê yê Mabetayê kir. Şervanên YPG/YPJ’ê êrîşên li vê derê şikand.
Di heman demê de şervanan li gundê Bililka yê Racoyê li dijî dagirkeran çalakiyên bi bandor lidarxistin. Hate hînbûn ku di çalakiyê de dagirkeran derbeke giran xwarine û ew ê têkildarî encamên çalakiyê piştre daxuyanî were dayîn.
Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wên bi çekên giran û topan êrîşî gelek herêmên Efrînê dikin û ji ber êrîşan gelek sîvîl birîndar bûne.