QSD: Herî kêm 31 leşkerên Tirk û çete hatine kuştin, 4 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin
QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ya Berxwedana Serdemê ya li Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand.
QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî ya Berxwedana Serdemê ya li Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya 24 saetên dawî ya berxwedana Efrînê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku di çarçoveya parastina rewa de parastina xwe kirine û di şer de 31 leşker û çete hatine kurştin û 4 wesayîtên leşkerî jî hatine rûxandin.
QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:
“Tevî agirbesta 30 rojan a ji aliyê Konseya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye ragihandin jî êrîşên hov ên artêşa Tirk û çeteyê wê ya li ser Efrînê bê navber dewam dike. Artêşa Tirk a dagirker hemû teknolojiya xwe ya leşkerî bi armanca qirkirina gelê Efrînê bikar tîne. Ji ber vê yekê hêzên me neçar man mafê xwe yê xweparastinê bikar bînin û êrîşên dagirkeran bibersivînin. Encamên çalakiyên xweparastinê li herêma Efrînê wiha ne:
ŞERA
Hêzên me êrîşa leşkerên Tirk û komên terorîst ên girêdayî wê li derdora gundê Umera şikandin û di navbera hêzên me û êrîşkaran de şer rû dan. Di encamê de derdora gund ji çeteyan hate paqijkirin û ziyanên mezin gihiştin leşker û çeteyna. Li vir her wiha 20 çete hatin kuştin û wesayîteke leşkerî bi temamî hate rûxandin.
Ji saetên sibê ve leşkerên Tirk û komên çete bi çekên giran gundê Umera topbaran kirin û heta dema amadekirina vê raporê topbarana dagirkeran berdewam dikin. Balefirên şer jî bêtirî 15 êrîş li dijî gund pêk anîn.
MABETA
Leşkerên Tirk û komên çete li derdora gundê Kurka êrîş kirin. Êrîşa çeteyan rastî bersivan şervanên me hat û di encamê de şer rû dan. Di şer de 4 çete hatin kuştin.
ŞIYÊ
Herdu gundên Senarê û Anqelê ev sê roj in bê navber ji aliyê leşkerên Tirk û çeteyên girêdayî wê ve tên armanckirin. Hemû êrîşên dagirkeran ji aliyê şervanên me ve hatin bersivandin. Êrîşên dagirkeran bi alîkariya balefiran û çekên giran pêk dihatin. Di encama şerê li vê eniyê 7 çete hatin kuştin.
CINDERÊSÊ
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran navneda Cindirêsê û gundê Yalanqozê kirin armanc. Di encama topbarana dagirkeran de li gorî agahiyên destpêkê 2 welatiyên sivîl şehîd bûne û 3 welatiyên din jî birîndar bûne. Topbarana dagirkeran hê jî berdewam dike.
Helîkopterên dagirkeran di saetên êvarê de êrîşî gundê Hêkiçê kirin. Êrîşa dagirkeran rastî bersiva şervanên me hatin û di encamê de tirekseke dagirkeran hate rûxandin û tirekseke din hate bêbandorkirin.
RECO
Li derdora gundê Mûskê şervanên YPJ’ê êrîşa leşkerên Tirk û çeteyên wê şikandin. Di encama êrîşê de du wesayîtên leşkerî yên êrîşkaran hatin rûxandin û kestên têde jî hatin kuştin.
ŞÊREWA
Artêşa Tirk û çeteyên wê bi çekên giran gundê Celemê topbaran kirin û di encamê de gelek ziyan bi malên welatiyên sivîl bûn. Her wiha hin welatiyên gund birîndar bûn.”