Dîmenên kêliya teqandina wesayîta leşkerî ya li Bilbilê

Şervanên YPG/YPJ’ê li navçeya Bilbil a Efrînê wesayîteke leşkerê Tirk û çeteyên wê rûxand.

Şervanên YPG û YPJ’ê li naçeya Bilbil a Efrînê êrîşên artêşa Tirk û çeteyê wê ya li ser herêmê şikand, wesayîteke leşkerî jî rûxandin.

Navenda YPG’ê kêliytên teqandina wesayîtê parve kir.

Îro Navenda Çapemeniyê ya QSD'ê ragihandibû ku di nava şerê 24 saetên dawî de 3 wesayîtên leşkerî hatibûn rûxandin.

Li gel vê wesayîta hate rûxandin ji duh ve şervanên YPG/YPJ'ê 4 wesayîtên leşkerî yên artêşa Tirk û çeteyên wê rûxandine.