QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawîn eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bîlançoya roja 40’an a ‘Berxwedana Serdemê’ eşkere kir. QSD’ê ragihand ku li Bilbilê 4 leşker û çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) encamên êrîşên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên 24 saetên dawî bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye;

“Tevî ku Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî biryara 2401 ya agirbesta li Sûriyeyê pesend kir, lê dîsa jî artêşa Tirk hovîtiya xwe li dijî herêma Efrînê berdewam dike û biryarên navnetewî binpê dike. Artêşa Tirk a dagirker hemû teknolojiya xwe ya leşkerî bi armanca qirkirina gelê Efrînê bi kar tîne. Ji ber vê yekê hêzên me neçar man mafê xwe yê xweparastinê bi kar bînin û êrîşên dagirkeran bibersivînin. Encamên çalakiyên xweparastinê li herêma Efrînê wiha ne:

CINDIRÊSÊ

Ji duh ve û weke berdewamiya rojên berê navenda Cindirêsê û hemû gundên wê bi çekên giran û bi êrîşên hewayî  yên artêşa dagirker hatin bombebaran û topbarankirin. Topbarana li dijî van gundan ji duh ve heta dema amadekirina vê raporê bênavber didome.

Ji duh heta niha bi sedan top li navend û gundên derdora Cindirêsê ketin û gelek êrîşên hewayî pêk hatin.

ŞIYÊ

Li eniyên gundên navçeya Şiyê jî şer giran e û dagirker çekên giran li dijî gundên Anqelê û Senarê bi kar tînin. Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê car bi car êrîşên xwe li van deveran pêk tînin. Şervanên me bersiva êrîşan dan. Êrîşên dagirkeran heya van kêliyan jî didome.

Hêjayî bibîrxistinê ye li vê eniyê dagirker beriya sê rojan êrîşên xwe bê navber berdewam dikin. Êrîşa dagirkeran bi balefiran û çekên giran pêk dihatin. Lê dîsa jî şervanên me di cihê xwe de man û hemû êrîşên dagirkeran şikandin.

Li vê eniyê şevê din şer dijwar bû û heta berbangê dom kir, bêyî ku êrîşkar karibin bi pêş ve werin.

BILBILÊ

Leşkerên Tirk û komên çete li aliyê gundê Elîcaro êrîş kirin.  Şervanên me bersiva êrîşan da û dagirker neçar man bi paş ve vegerin. Di encama şerê li herêmê de 4  çete hatin kuştin û 6 çeteyên din jî birîndar bûn.

Li aliyê gundê Qestel Mixtar dagirkeran êrîş kirin. Li vir jî şervanên me bersiva êrîşan da û di encama şerê li herêmê de wesayîteke leşkerî hate rûxandin.

MABETA

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li aliyê navenda navçeya Badîna êrîş kirin. Êrîşa dagirkeran ji aliyê şervanên me ve hat şikandin. Êrîşa dagirkeran li vir bi çekên giran pêk dihat.

RACO

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li aliyê gundê Bilêlka êrîş kirin. Şervanên me bersiva êrîşan da û di encamê de windahiyên çeteyan çêbûn. Êrîşên dagirkeran li vir jî bi çekên giran dihat meşandin.”