Spîegel: Propagandaya şer a Erdogan ji her tiştî re amade ye

Di versyona onlîne ya Kovara Der Spîegel de, di nûçeya bi îmzaya Maxîmîlîan Poppa hate parvekirin de,  bal dikişîne ku rejîma Erdogan bê ka çawa civaka Tirk ber bi şer ve didehfîne.

Di nûçeya bi sernavê “Propagandaya şer a Erdogan: Ji her tiştî re amade ye” hate parvekirin de, bal kişand ser organîzasyona propagandaya şer a dawiya hefteyê li Gurgumê pêk hat. Her wiha di dewama nûçeyê de dîsa bal dikişîne ser gotinên sosret ên Erdogan ê dema zarokek keç a cilên leşkeran li ser û derxistî ser dikê û giriyandî yên “Înşallah şehîd dibî, wê bi alê jî bipêçin” bibir xist.

LI SÎNOR NIKARIN PÊŞVE BIÇIN

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku artêşa Tirk li Efrînê li hemberî berxwedana şervanên YPG’ê nikare pêşve biçe û wiha hate gotin: “Ji bo Tirikiyeyê li Sûriye ti kar bi rê ve naçe. Li dijî YPG’ê li bajarê Efrînê asê ma. Leşkerên Tirk heta niha li sînor bi zorê bi pêş ve diçe. Li gorî agahiyên rêxistinên mafê mirovan, ji meha Çileyê û vir ve herî kêm 150 sivîl jiyana xwe ji dest dane.

HER KU PIRSGIRÊK MEZIN DIBE XWEŞBÊJIYA ŞER TÎJ DIBE

Di nûçeyê de hate destnîşankirin, li Tirkiyeyê her ku diçe pirsgirêk mezin dibe xweşbêjiya şer hê zêdetir ‘Tîj’dibe. Hat bibîrxistin ku propagandakirina bi zaroka keç a digiriya ya li Gurgumê da nîşandan ku bê ‘Erdogan çiqasî bê wijdan e.’

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku eger di nava mercên asayî de bûna, bal kişand ku ji bo geşkirina şer a Erdogan a wê bi ‘sersorman û nefret’ bihatiba pêşwazîkirin. Di dewamê de wiha hate gotin: “Lê niha li Tirkiyeyê, ji deveyî asayîbûnê dişibe her tiştî. Ji destpêka şerê li dijî Efrînê ve hatî destpêkirin û şûnde kelecaneke şer a bi vî rengî xwe li civaka Tirk daye der.”

Di nûçeya Spîegelê de hinek hesabên tevnên civakî pêkanînên Erdogan weke ‘nexweş û kirêt’ îfade kirine jî par ve kir.

NÛÇEYÊN XIRAB DIVEŞÊRE

Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku hikûmeta Tirk her cûre ‘Nûçeyên Xirab’ ên têkildarî şer bi zanabûn diveşêre, bal kişand ser gotinên Alîkarê Serokwezîr Bekir Bozdag “Pozê yek welatiyê sivîl jî bi xwîn nebûye” ên direwîn.

Di dawiya nûçeya onlîne ya Spîegelê de, hate bibîrxistin ku çalakiyên YPG’ê yên li dijî artêşa Tirk tên kirin û her wiha windahiyên tên dayîn nabin nûçeyên çapemeniyê, destnîşan kir ku bi vê sedemê beşeke mezin ê civakê dihêle ku bibe alîgirê şer.