Artêşa Tirk dîsa êrîşî sivîlan kir: Kesek birîndar bû
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe top avêt bajarokê Bedîna yê navçeya Mabeta ya Efrînê. Ji ber êrîşê sivîlek birîndar bû.
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe top avêt bajarokê Bedîna yê navçeya Mabeta ya Efrînê. Ji ber êrîşê sivîlek birîndar bû.
Sivîlê bi navê Ebdo Reşîd ê 35 salî ku ji ber topbaranê birîndar bû, rakirin nexweşxaneya Efrînê. Li gorî doktoran rewşa tenduristiyê ya reşîd xetere ye.
Li gorî agahiyan, Ebdo Reşîd bi eslê xwe ji gundê Qetmê ye, lê serdana xizmên xwe yên li bajarokê Bedîna kiribû û li wir birîndar bû.
Wekî din, ji ber topbaranê zerar gihîşte mal û milkên welatiyan.