YPG'ê nasnameya 6 şehîdan eşkere kir

YPG'ê nasnameya 5 şehîdên Bagera Cizîrê û şervanekî ji ber nexweşiyê şehîd bû eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di Pêngava Bagera Cizîrê de li bejahiya Dêra Zorê şerekî giran diqewime, hêzên wan derbên giran li çeteyên DAÎŞ'ê dixin û bi pêş ve diçin.

Navendê diyar kir ku navbera 15-26'ê Sibatê 5 hevrêyên wan di operasyonên dijî DAÎŞ'ê de bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hevrêyekî me ji ber nexweşiyeke giran tevlî karwanên şehîdan bûn."

Navenda Ragihandinê hemû şehîdên leheng bi bîr anî û sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê berxwedêr re xwest.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

1519819272-ELR

Nasnav: Elîşêr

Nav û Paşnav: Ebdurrezaq Zehlen

Navê Dayikê: Zekiye

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêra Zor

Cih û dema şehadetê: Dêra Zor / 23 Sibat 2018

1519819327-MEHMD_ZEHLEN

Nav û Paşnav: Mehmûd Zehlen

Navê Dayikê: Mune

Navê Bav: Fetîx

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêra Zor

Cih û dema şehadetê: Dêra Zor / 23 Sibat 2018

1519819368-NUMAN

Nasnav: Numan

Nav û Paşnav: Sîpan Ehmed

Navê Dayikê: Ranya

Navê Bav: Amîr

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û dema şehadetê: Dêra Zor / 23 Sibat 2018

1519819409-SALIM_EL_HISN

Nav û Paşnav: Salim El Hisên

Navê Dayikê: Raba

Navê Bav: Mehmûd

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û dema şehadetê: Dêra Zor / 15 Sibat 2018

1519819460-IYAR_HESEK

Nasnav: Şiyar Hesekê

Nav û Paşnav: Mihemed El Eswed

Navê Dayikê: Hene

Navê Bav: Hemdu

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û dema şehadetê: Hesekê / Sibat 2018

1519819500-XALID_EL_RECEB

Nav û Paşnav: Xalid El Receb

Navê Dayikê: Sebha

Navê Bav: Mihdîn

Cihê Ji Dayikbûnê: Dêrazor

Cih û dema şehadetê: Dêra Zor / 26 Sibat 2018.ʺ