Cenazeyê 18 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ spartin axê

Bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê 18 şehîdên ‘Berxwedana Serdemê’ bi merasîmekê bi heybet li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê.

Gelê kantona Efrînê şehîdên sivîl, Reşîd Ebdulhenan Seydo, endamên Hêzên Asayîşê Ziyad Elûş, Elî Elî, Hiyam Osko, şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Îbrahîm Hiso, Ehmed Miqdad, Celal Mihemed, Delîl Nibo, Rihember Birîmo, şervanê Hêzên Parastina Civakî Elî Xalib Erebo û şervanên QSD‘ê Ehmed Mihemed (Mervan Efrîn), Ehemd Dehdo, (Demar), Hemda Îbrahîm (Şahîn Çekdar), Demhat Hisên (Sîdar Şêrawa), Mihemed Reşîd (Axîn Meydana), Ferhad Hesen (Xebat Aşkanî), Orhan Ciwan (Rojhilat Şukrek û Besan Ereb (Rêdûr) di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, bi merasîmekê bi heybet li Goristana  Avesta Xabûr oxir kirin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştreji rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Xelîl Efrîn diyar kir ku gelê Efrînê li hemberî artêşeke terrorstî  ku DAIŞ ava kir berxwedaniyeke mezin dimeşîne.

Xelîl her wiha da zanîn ku Berxwedana Serdemê rêgezên derbarê şer û herêmên germ da guhertin û got “Cara yekemîn di dîrokê de ye ku gel di nava şerekê dijwar de, bi xaka xwe ve girêdayî û li hemberî balafiran û topban li ber xwe dide.”

Piştre li ser navê  Meclîsa Kantona Efrînê Nûşan Hisên jî axivî û got ku gelê Efrînê biryara şopandina xeta şehîdên azadiyê dane, berxwedaniya ku 39 roj li ser derbas bû, ji kesên ku digotin Efrînê wê hilweşe bû bersiv.

Gel cenazeyê şehîdan bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Berxwedana Serdemê’ li Goristana Şehîd Avesta Xabûr spartin axê.