Ji gorên komî yên li Reqayê 900 cenaze hatin derxistin

Komîteya ji Nû ve Avakirina Reqayê ragihand ku ji gorên komî yên di qetlîamên çeteyên DAIŞ’ê de bûne qûrban heta niha 900 cenaze derxistine.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, Komîetya ji Nû ve Avakirina Reqayê ji 9’ê Çileyê ve di xebatên li bajarê didin meşandin de heta niha ji gorên komî 900 cenaze derxistine.

Ji gorên komî yên li derdorî Stada Raşîdî ya li bajar, herî kêm 600 cenaze hatiye derxistin.

Dixtor Ebdulreûf Ehmed ê ji ANHA’yê re axivî, diyar kir ku ji saetên sibê ve dest bi xebatan kirine, anî ziman ku piranî cenazeyên tên derxistin nayên naskirin. Ehmed destnîşan kir ku piraniya cenazeyan ji jin û zarokan pêk tê. Ehmed diyar kir ku piştî zelalkirina nasnameyan û şûnde wê li goristana bajar veşêrin.

Di dema çeteyên DAIŞ’ê navenda bajêr dagir kir û şûnde, sivîlên ku nexwestibûn ji bajar derkevin qetil dikirin û li gorên komî diveşartin.