Çeteyên Tirk li Efrînê sivîlan direvînin û êşkenceyê li wan dikin

Hêzên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê mirovan direvînin û êşkenceyê li wan dikin. Hin kesên ji Efrînê hatin revandin, birin Hatay, Kîlîs û Ezazê.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê; El Nûsra, OSO û çeteyên DAÎŞ'ê li Efrînê bi zorê dikevin malan, mirovan jê direvînin û êşkenceyê dikin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî yên li Efrînê hatin girtin, çeteyên ku li Efrînê avêtin ser malan, êşkence li mirovan kirin û gelek ji wan revandin. Beşek ji kesên hatin revandin birin Ezaz, Kîlîs û Hatayê. Ev du meh in agahî ji van mirovan nayê girtin.

Li gundê Kurzêlê yê Efrînê heta niha bi dehan mirov ji aliyê dewlet û çeteyên Tirk ve hatine revandin.

Ajansa me navê çend ji kesên hatine revandin zelal kir. Li gorî vê yekê, çend ji kesên hatine revandin:

Ji gundê Kurzêlê Mistefa Îbîş Eswed, Nûrî Ebdo Îbo, Mehemed, Yûsif Heme Kero, Mehmûd Mehmo Elî, Zekî Mehmo Elî, Mistefa Mehmo Elî, Rêzan Mihemmed Ebdo, Îbrahîm Mihemmed Ebdo, Rengîn Mihemmed Îbo, Sûphî Settaf, Ehmed Yûsif Evdirehman, Egîd Mistefa, Ebdul Henan, Zekî Îbîş, Feyo Şukrî, Suphî Nasir, Îsmed Cemîl Hemo, Rêzan Hesen Nasir, Adil Hemo Kalo, Quşu Mihemmed Şêrawî.