Dr. Akîf Kobanê: Em bi erk û berpirsyariyeke pîroz radibin

Dr. Akîf Kobanê, ku ji şerê Kobanê û vir ve tevlî hemû pêngavên li dijî DAÎŞ'ê bûye, bang li doktorên ku bi sonda Hîpokrat ve dilsoz in û saziyên alîkariyê kir ji bo destekê bidin gelê Bakurê Sûriyeyê.

Her kesên ku pêngavên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê dişopînin Dr. Akîf baş nas dikin. Ji destpêka şoreşê ve Dr. Akîf bi erk û berpirsyariya xwe ya tenduristiyê radibe. Ji şerê kobanê ve li qadên şer hem gel hem jî şervanan derman dike. Di şerê Kobanê de, di pêngavên Hol, Şeddadê, Reqa, Tebqa û Dêra Zorê de timî bi hawara şervanan ve hat û hê jî bi heman rengî tevdigere.

Piştî Dêra Zorê em wî li Qamişloyê dibînin. Ji bo xizmeta tenduristiyê bide bi sed hezaran Efrîniyên koçî Şehbayê kirine dixwaze biçe Şehbayê. Di dema berxwedana Efrînê de xwest biçe Efrînê û li wir xizmetê bike. Lê belê komîteya tenduristiyê pêşniyara wî qebûl nekir.

Akîf Kobanê jiyana xwe diyarî gelan û mirovahiyê kiriye. Ji ber vê taybetmendiya xwe di nava şervanên QSD'ê û gel de gelekî tê hezkirin. Dema ku em li gel wî ne, dengê telefona wî qet qut nabe. Û timî dengê "Doktor tu li ku ye, tu çawa ye?" ji telefona wî tê.

Dr. Akîf Kobanê ji ajansa me re qala doktoriya xwe ya li qada şer a li Bakurê Sûriyeyê kir.

'ŞER DEST PÊ KIR, LÊ HEJMARA DOKTORAN KÊM BÛ'

Dr. Akîf Kobanê diyar kir ku piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê û Şoreşa Rojava dest pê kir, hejmara doktorên perwerdekirî kêm bû, lewma wî fakulteya tipê nîvco hişt û li qada tenduristiyê dest bi kar kir. Dr. Kobanê got, "Ji sala 2011'an û vir ve li Sûriyeyê şer diqewime û nêzî 8 sal in pêvajoyeke şoreşê heye. Weke ku tê zanîn gelên Kurd, Ereb, hemû gelên herêmê bi rengekî wekhev tevlî şoreşa Rojava bûn. Weke zarokên Bakurê Sûriyeyê jî me jî li dibistanê dixwend.

Dema ku min li zanîngehê dixwend, şer dest pê kir û êdî derfet nebû ku xwendina xwe bidomînim. Li Rojava şerekî giran diqewimî û hejmara doktoran kêm bû. Pêwîstî bi ciwanan hebû ku li ser tenduristiyê li zanîngehê xwendine. Diviyabûn li nava komên tenduristiyê cih bigirta. Ez jî wê wextê tevlî bûm."

HER GAVÊ BI YPG/YPJ Û QSD'Ê RE BÛN

Dr. Akîf bi destpêkirina şoreşê re li Rojava tevlî karê tenduristiyê bû. Lê belê doktoriya xwe ya li qada şer di salên 2014-2015'an de bi şerê Kobanê re dest pê kir. Dr. Kobanê û hevalên wî piştî Kobanê jî her gavê bi şervanên YPG/YPJ û QSD'ê re tevgeriyan.

Dr. Akîf Kobanê ku ji aliyê hemû şervanên YPG/YPJ, QSD û gelê sivîl ê herêmê ve baş tê naskirin û gelekî tê hezkirin, qala doktoriya xwe ya li qada şer kir: "Weke ku hûn jî zanin, di meha 9'an a sala 2014'an de dijminê mirovahiyê DAÎŞ'ê êrîşî Kobanê kir. Wê wextê me cihê xwe li nava karên tenduristiyê girt.

Li Kobanê bi rastî jî şerekî giran qewimî û berdêlên giran hatin dayin. DAÎŞ dijminek bû ku mafên mirovan nas nedikir û şerekî dûrî exlaqê dikir. Piştî Kobanê rizgar bû, di nava gelên Bakurê Sûriyeyê de li dijî DAÎŞ'ê hêrsek der bû. Extiyar, zarok, jin her kes li ber DAÎŞ'ê rabûn.

Weke kedkarên tenduristiyê yên li Bakurê Sûriyeyê, me jî biryar dan ku li dijî dijminekî ku jin, zarok, dê û bavên me dikuje bi hêzên YPG/YPJ û QSD'ê re tevbigerin. Em çûn heta Minbicê û piştî hate rizgarkirin me berê xwe dan Reqayê. Dûre em li Dêra Zorê bûn. Niha tenê 6-7 gund li herêma Dêra Zorê man e ku ji DAÎŞ'ê bê paqijkirin.

'DOKTORIYA LI QADA ŞER CUDA YE'

Dr. Akîf anî ziman ku doktoriya li qada şer hinekî din ji doktoriya li qada sivîl zehmet û bi lez e û got, "Li qada sivîl mirov rojane çend emeliyatan dikin. Ev tiştekî normal e, lê belê rewşa me cuda bû. Di nava rojekê de em neçar diman gelek emeliyatan bikin."

'HEBÛNA DOKTORAN LI ENIYA ŞER, JIYANÊ RIZGAR DIKE'

Di dewama axaftina xwe de Dr. Akîf Kobanê işaret bi derfetên kêm ên tenduristiyê yên li qada şer kir û got, tevî vê yekê jî hebûna doktoran li eniya şer, jiyanê rizgar dike.

Dr. Akîf anî ziman ku wan li eniyê nekarîbûn emeliyatên giran bikin, lê belê xwîn disekinand, dema rewş lezgîn bûya wan destwerdana pêwîst dikirin û wiha dewam kir: "Li eniyê, her roj gelek şervanên birîndar tên anîn. Li gorî bîranîna wan, ji bo pêşî li şehadetê bê girtin çi divê em wê dikin. Ji bo hinekan em birîna wan digirin, ji bo hinekan jî emeliyeta lezgîn dikin. Li gel derfetên kêm jî çi pêwîst e em wê dikin. Piştre jî em wan dişînin nexweşxaneyên li bajaran."

Doktor Akîf Kobanê bi bîr xist ku ji ber ambargoya dewletan ew amûrên pêwîst nikarin bînin Bakurê Sûriyeyê û got, "Ji bo dayina xwînê pêwîstî bi depokirinê heye. Lê belê şert û merc ji bo vê nîne. Tevî nebûna derfetan jî hebûna doktoran a li eniyê, jiyana mirovan rizgar dike. Mixabin hejmara doktoran gelekî kêm e."

'EM BI ERK Û BERPIRSYARIYEKE DÎROKÎ RADIBIN'

Dr. Akîf desnîşan kir ku ti berjewendiyeke madî nayê ber çavê wan û destnîşan kir ku bi xizmeta ji bo gel û rizgarkirina jiyana şervanan re ew bi erk û berpirsyariyeke pîroz radibin. Dr. Kobanê got, "Di şer de me derfet dît ku gelek şervanên hêja nas bikin û wan derman bikin.

Berxwedana ku YPG/YPJ û QSD bi derfetên kêm dike, bi çend gotinan nikare bê ziman. Dema ku DAÎŞ'ê êrîşî Kobanê kir, cîhanê tev zanîbû ku ew bi tenê nînin, li pişt wan gelek welat hene. Di serî de Tirkiye gelek welatan destek dida DAÎŞ'ê û her kesî ev dît. Tedawîkirin û rizgarkirina mirovên ku li dijî dijminekî wiha şer dikin, dilê mirovan xweş dike. Tevî zor û zehmetiyan jî em bi dildarî bi erk û wezîfeya xwe radibin."

'DOKTOR JI MIN RE BISTIRÊ'

Dr. Akîf Kobanê her wiha qala bîranîneke xwe ya li qada şer jî kir: "Rojekê li gundê Mûxrûp ê Kobanê şervaneke YPJ'ê birîndar bûbû. Navê wê Ezda bû. Dest û lingê xwe winda kiribû. mirovek bû ku jiyana xwe ji bo gel feda kiribû. Tevî ku gelekî diêşiya jî qet dengê xwe dernedixist.

Me ew xistin hundirê ambûlansê û jê pirsî, 'Pêwîstiyeke te heye, tiştekî em dikarin bikin heye? Me got, tu diêşe?' Wê jî ji me re got, 'Ez tiştekî naxwazim, tenê ji min re bistirê'. Heta wî emrî min qet nestirabû. Ji bo xatirê heval min li wê derê helbestek xwend. Me ew gihand nexweşxaneyê û derman kir. Lê piştî 3 rojan şehîd bû. Vê rewşê bandoreke giran li me kir."

'DIVÊ SAZIYÊ ALÎKARIYÊ DESTEKA TENDURISTIYÊ BIDIN'

Dr. Akîf û hevalên wî bi bîr xistin ku gelên Bakurê Sûriyeyê xizan in û got, "Dema ku tu bi exlaqî û bi wijdan nêzîk dibe, dema ku dibînin tu ji bo gel dixebite, xwedî li te derdikevin.

Ji ber faşîzm û dagirkeriya dewleta Tirk niha bi sed hezaran mirovên me yên Efrînî koçî Şehbayê kirine û di nava şert û mercên dijwar de dijîn. Derfetên tenduristiyê jî gelekî kêm in. Ne tenê Efrîn, rewşa li Reqa û Dêra Zorê jî bi heman rengî ye.

Nexweşxane û derman bi têrkerî nînin. Saziyên alîkariyê jî kêm in. Piştî Kobanê, Reqa û Dêra Zorê, li Efrînê jî bi sedan mirovên me yên birîndar hene ku li benda tedawiyê ne. Li Reqa û Dêra Zorê xwişk û birayên me yên Ereb di rewşeke zehmet de ne. Gelek birîndar hene ku zilm ji DAÎŞ'ê dîtine û divê emeliyat bibin. Banga min li wan saziyan e ku weke saziyên mafên mirovan û alîkariyê bi nav dikin; di mijara tenduristiyê de destekê bidin gelên Bakurê Sûriyeyê."