Gelê Rojava ji bo Efrînê dakete qadan

Bi hezaran welatî li Minbic, Dêrik, Girkê Legê û Kobanê di çarçoveya 26’ê Gulanê Roja Têkoşîna Li Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk de meşiyan û çalakiyên protestoyê lidarxistin. Li aliyê din li gelek bajar û navendan êrîşên dewleta Tirk tê protestokirin.

MINBIC

Li Minbicê di çarçoveya 26’ê Gulanê Roja Têkoşîna Li Dijî Dagirkeriya Dewleta Tirk de daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn û êrîşên dagirkeriê yên dewleta Tirk ku li Kurdistanê didome hate protesto kirin.

Bi sedan kes li Çerxerêya Sebe Behrat li hev civiyan û Hevserokê Meclîsa Sivîl a Demokratîk ya Minbicê Nêzîha Xelo qala koçberî, talan, komkujî û êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê kir. Nêzîha Xelo diyar kir ku dewleta tirk piştî talan û komkujiyên li Efrînê gef li Minbicê jî dixwe û got dewleta Tirk bi komên çete yên weke DAIŞ, El Nûsra û komên din gelan qetil dike.

KOBANÊ

Bi hezaran welatiyên Girê Spî, Eyn Îsa, Sirîn û Kobanê di çarçoveya çalakiyên 26'ê Gulanê (Roja tekoşîna li dijî dagirkeriya Tirk ji xaka Kurdistanê re)de  îro li bajarê Kobanê kom bûn.

Komeke Akademisyen, Rewşenbîr, Siyasetmedar, partî, komele, saziyên civaka sivîl ên Kurdistanî û cîhanê daxwaznameyek ji NY, NATO, YE, Yekîtiya Ereban  û hemû gelên demokratîxwaz ên cîhanê re pêşkêş kirin û xwestin ku roja 26' Gulanê wekî Roja tekoşîna li dijî dagirkeriya Tirk ji xaka Kurdistanê re were qebûlkirin. Di vê çarçoveyê de îro wê li gelek aliyên cîhanê çalakî werin lidarxistin.

Bi hezaran welatiyên herêma Firatê di çarçoveya çalakiya 26'ê Gulanê li meydana Jinên Azad a Kobanê kom bûn. Ji vir girseya ku bê navber diruşme berz dikirin, ber bi Meydana Şehîd Egîd ve dimeşin.Meşvanan pankartên bi nivîsên li dijî dagirkeriya Tirkiye û siyasetên wan derbarê gelê Kurd, her wiha bê navber li dijî kiryarên dewleta Tirk ji qetilkirina zarokan û guhertina demokrafiya li Efrînê berz dikirin.

Rêveberên saziyên civakî, Saziyên Rêveberiya Xweser a Kobanê, Federaliya Bakurê Sûriyeyê, partiyên siyasî jî tevlî meşê bûne. Di heman demê de rûspiyên herêmê û nûnerên eşîrên ereban jî beşdarî meşê bûne. Meşa Kobanê bi diruşmeya "Na ji bêdengiya navdewletî beranberî guhertina demokrafî ya li Efrînê re" hate lidarxistin.

Di heman çarçoveyê de li gelek bajarên cîhanê wê meş werin lidarxistin.

DÊRIK

Di çarçoveya pêkanîna banga wan îro bi hezaran şêniyên bajarê Dêrik, herêma Koçerat, herêma Beravê yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryanî meşiyan.

Meşvanên ku posterên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, her wiha pankartên bi nivîsên li dijî dagirkeriya Tirk vekiribûn li Meydana Azadî ya bajarê Dêrikê kom bûn. Di dema meşê de dikandaran dikanên xwe girtibûn û berê xwe dabûn meydana çalakiyê.

Meşvanên ku bê navber diruşme li dijî siyasetên guhertina demografîk ku dewleta Tirk di encama itîfaqa bi Rûsya, Îran û Rêjîma Sûriyê re pêk tîne, berz dikirin heta Meydana Şehîdan meşiyan.

Li vir girseya gel deqîqeyeke rêzgirtinê rawestiya û paşê bi navê Komîtya Amadekar a Meşê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku wê roja 26'ê Gulanê bibe roja tekoşîna li dijî dagirkeriya Tirk wiha dom kir: "Di dema Efrîn hate dagirkirin hemû civaka navdewletî bê deng e. AKP û MHP yên faşîst hemû qanûn û peymanên navdewletî di siyaseta xwe ya li dijî gelê Kurd û Rojhilata Navîn de bin pê kirine."

Di daxuyaniyê de her wiha siyasetên dewleta Tirk û guhertina demokratîk ku dewleta Tirk li Efrînê pêk tîne bi tundî hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku wê berxwedan û tekoşîna şêniyên Efrînê û gelê kurd biserkeve.

Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Di heman çarçoveyê de şêniyên navçeyê bi sedan şêniyên Girkê Legê û Çilaxa meşiyan.  Meşvanên ku bê navber diruşme berz dikirin ji riya ketina navçeya Çilaxa dest bi meşê kirin. Meşvan heta nîvê navçeyê meşiyan.

Li vir meşvan kom bûn û axaftin hatin kirin. Beriya axaftinan girseya gel deqîqeyekê rêzgirtinê rawestiyan. Paşê hevseroka PYD'ê Ayîşê Hiso axivî û got ku berxwedana Efrînê bersiva hemû komplo û planên li dijî gelê herêmê ye.

Li ser navê Kongreya Star jî Menîfe Hisên axivî û got ku di herêmê de pêşketinek mezin tê jiyîn û wiha dom kir: "Di herêmê de geşedanên mezin tê jiyîn. Mal û milkên welatiyan talan kirin û komkujî li dijî sivîlan pêk anîn. Beranberî vê yekê hemû civaka navdewletî bêdeng bû."

Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.