Ji ber êrîşa DAÎŞ'ê bi dehan milîsên Sûriye û Îranê mirin

Çeteyên DAÎŞ'ê li nêzî bajarê Palmîra yê Sûriyeyê êrîş kirin û Îranî jî di nav de nêzî 30 alîgirên rejîmê hatin kuştin.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ku navenda xwe li Londonê ye ragihand, li başûrê rojhilat ê bajarê Palmîra yê antîk, li dijî qereqoleke leşkerên rejîmê û milîsên Îranê êrîş hate kirin. Ji ber êrîşê herî kêm 30 leşker û milîs mirin.

Li gorî daxuyaniya SOHR'ê, 17 ji kesên hatine kuştin welatiyên Îranê ne.

Di malperên nûçeyan ên alîgirê rejîma Sûriyeyê de hate îdîakirin ku 16 efser û leşker mirine yan jî birîndar bûne.

Bajarê antîk Palmîra ku ji serdema Roma maye, ji Gulana 2015'an ve 10 mehan û ji Kanûna 2016'na ve jî 3 mehan ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatibû dagirkirin. Di dema dagirkeriyê de zerareke mezin li vî bajarê antîk bû û gelek berhemên dîrokî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.