Cenazeyê şervanê YPG’ê Koçer Kobanê hate veşartin

Welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Koçer Kobanê bi merasîmekê li goristana şehîdan spart axê. Li aliyê din nasnameya şervanê YPG’ê Ehmed Mizyed jî hate ragihandin.

Bi sedan welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Koçer Kobanê ku di 19’ê Gulanê de li Hesekê şehîd bûbû, wergirtin û bi karwaneke wesayîtan ber bî goristana şehîdan ve meşiayn. Di merasîmê de nasnameya şervanê YPG’ê Ehmed Mizyed ku di 25’ê Sibatê de li Reqayê şehîd bûbû, hate ragihandin.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hat girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxsitin. Piştre Endemê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Îdan Îbrahîm axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Sîstemên dîktator hewl didin serweriya xwe li ser gel ferz bikin û kesên ku vê yekê qebûl nakin siyaseta qirkirinê li dijî wan didin meşandin. Projeya neteweya demokratîk ku li ser fikirê Rêbertiyê hatiye hunandin, hevgirtin û yekîtiya gelên herêmê xurtir dike."

Li ser navê YPG'ê Azad Welat axivî û sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û diyar kir ku Berxwedana Serdemê ya li dijî dagirkeriya Tirk di pêvajoya duyem de didome. Welat got; "Em berxwedana gelê Efrînê silav dikin û soz didin ku em ê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bibin."

Nasnameyên herdû têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Cenazeyê şervanê YPG’ê Koçer Kobanê bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ li goristanê hate veşaritn.