Li Dêrikê tanka petrolê teqiya
Li Dêrikê di encama teqîna tanka petrolê de, zarokek mir, 4 kes birîndar bûn.
Li Dêrikê di encama teqîna tanka petrolê de, zarokek mir, 4 kes birîndar bûn.
Li nêzî Rêya Konîş a bajarê Dêrik a Herêma Cizîrê dema ku tankeke petrolê dihate çêkirin, teqiya. Di encama teqînê de zarokê bi navê Wesîma Beşar El Şamî (12) jiyana xwe ji dest da, Haşim Şîblî, Elî Îhsan Şîblî, Elî Remedan Dîban û kesekî navê wê îneahte zanîn birîndar bûn. Kesên birîndar li Nexweşxaneya Dêrik tên dermankirin. Hêzên asayîşê li cihê bûyerê lêkolîn dikin.