Cenazeyê Endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ezîz spartin axê

Bi sedan welatiyên Kobanê cenazeyê endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ezî Çeçan (Ezîz Til Xezal) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle spartin axê.

Endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ezîz Çeçan bi nasnav Ezîz Til Xezal dema li ser karê xwe bû li Kobanê di endama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû.

Welatiyên Kobanê, endamên Meclîsa Sivîl ên Reqa, Tebqa, Minbic, Rêveberiya Xweseriya DemokratÎk a Kantona Girê Spî ji bo pêşwazîkirina cenazeyê Ezîz Çeçan li Goristana Şehîd Dîcle li hev civiyan. Li goristanê deqîqeyek rêz hate girtin û şervanan merasîmeke leşkerî li dar xist.

Hevserokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen axivî û sersaxî ji malbata Ezîz re xwest. Şêx Hesen got, "Serkeftinên hatin bidestxistin berhemên keda şehîdan e. Em teqez dikin ku em ê soza xwe ya şopandina xeta şehîdan dewam bikin da ku bigihêjin civaka demokratîk û azad."

Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Hemed Mihbaş jî wiha got; "Di çarçoveya şoreşa Bakurê Sûriyeyê de û di têkoşîna azadiyê de me gelek şehîd dane. Em amade ne hê jî bidin."

Di dawiya merasîmê de, wesîqeya Ezîz Çaçan hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel cenazeyê Ezîz bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayîkan li goristanê spartin axê.