Cenazeyê şervanê YPG’ê Newres Hesekê hate veşartin

Bi sedan welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Elai Fadil (Newres Hesekê) bi merasîmêkê li goristana Şehîd Dijwar spartin axê.

Girseya Gel cenazeyê şervanê YPG'ê  Elai Fadil (Newres Hesekê) ku dema bi erka xwe radibû li bajarê Hesekê şehîd bûbû, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergiritn û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dijwar ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Endamê Rêveber ê Meclîsa Malbatên Şehîdan Bengîn Badînî axivî û di şexsê şehîd Newres de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî.

Piştre Endamê Fermandariya YPG'ê Diyab Hesekê jî axivî û bal kişand ser berxwedan û têkoşîna şervanên ku ji bo azadiya gelê xwe şehîd bûne û destnîşan kir ku ew ê heta dawî şopdarên rêya şehîdên xwe bin.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd  xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîmê de jî girseya gel cenazeyê şehîd bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ li goristanê spartin axê.