Xeml û bedewiya Rojava: Girê Eyn Dîwer

Yek ji navnîşana gelê Rojavayê Kurdistanê ku bi xweşikî û bedewiya xwezaya xwe tê nasîn ku her kes berê xwe dide yê Girê Eyn Dîwer e.

Girê Eyn Dîwer ku li rojhilatê Rojavayê Kurdistanê, sêgoşeyeke bi hemû xwezaya xwe Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêk tîne.
Ji Bakurê Kurdistan ji Cizîra Botan baş xuya dike. Wekî din li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye.

Dema em gihiştin Eyn Dîwerê, me berê xwe da Çemê Dîcle û Cizîra Botanê. Lê welatiyên herêmê em hişyar kirin ku eger pir nêzîk sînor bibin wê leşkerên Tirk guleyan li wan bireşîne.

Ava Çemê Dîcle bi hemû bedewiya xwe diherike. Ciheke ku her kes carekê jî be divê bi teqez bibîne. Her wiha Çiyayê Cûdî yê Mirada mîna ku biçe tewafê jê xuya dike.

Yek ji navnîşana ku gelê Rojava berê xwe bide Eyn Dîwerê ye. Yek ji sedemê wê ew e ku weke sêgoşeyekê Bakur, Rojava û Başûr dibe yek. Gelek navendên din ên xaka Rojava pir xweş hene, lê dîtin vê derê cuda ye. Sînorê ku hatin xêzkirin li vir hildiweşin û Kurdistan li vir dibe yek.

Girê Eyn Dîwêr yek ji wan cihan e ku carekê jî be şêniyên Rojava serdana wê kirine.

Di demê rejîma Baasê de bi zanabûn nuqteyên leşkerî lê hatibûn danîn, ji bo ku welatî serdanê nekin. Tevî vê jî welatî berê xwe didan zozanên derdora Eyn Dîwerê.

Dibe ji bo her kesên derveyî Rojava serdana Girê Eny Dîwerê asayî û ji rêzê be, lê tenê zarokê Rojava dizane wate û girîngiya Girê Eyn Dîwerê.