Çeteyê DAIŞ’î yê Fransî hate girtin

Çeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Adrîana Lîonel Kayalî ê yek ji berpirsên êrîşên li Parîs û Nîsê ye, ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate girtin.

Li gorî agahiyên li ser malpera fermî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) cih digire, Yekîneyên Îstixbaratê yên QSD’ê  19’ê Gulanê di operasyoneke taybet a lidar xistin de, serçeteyê DAIŞ’ê yê welatiyê Fransayî Adrîana Lîonel Kayalî (Ebû Ûsama) li gel komeke çete hatiye girtin.

Adrîana Lîonel Kayalî ji êrîşên ku di mijara 2015’an de li Parîsê û 14’ê Tîrmeha 2016’an li bajarê Nîce hate lidarxistin dihate lêgerîn.

Kayalî, 6’ê Adara 2015’an li ser Tirkiyeyê re li sînorê Girê Spî re derbasî Sûriyeyê bibû.