Li Efrînê çete mirovan direvînin, fîdye dixwazin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundên navçeya Şiye û Mabeta yên Efrînê gelek sivîl revandin, êşkence li wan kirin û piştre fîdye xwestin.

Leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker wesayîta bar a welatiyê (C.E) dema ku diçû gundê Gimrok ê navçeya Mabata talan kirin û 350 dolar jê standin, her wiha jê xwestin ku di mala xwe de bimîne û dernekeve.

Li gundê Dîbê yê navçeya Mabata, jî  çeteyan ciwanên gund kom kirin û ew birin cihekî ne diyar û her wiha şêniyên gund ji tirsa newêrin rewşa wan ciwana pirs bikin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku çete ji bo berdana her welatiyekî 5 hezar dolar dixwaze.

Li aliyekî din jî, hate ragihandin ku çeteyan ciwaneke ji gundê Memela dema bi malbata xwe re diçûn gundê Çoqe revandin û birin cihekî ne diyar.

Çavakiyan diyar kirin ku çeteyan li gundê Qermitleq ê navçeya Şiyê welatiyê bi navê Reşad Dado yê 40 sakê bi awayekî hovane lêdan kirin û ji malbata wî ku di nava 3 rojan de  10 hezar dolar bidin.

Her wiha hate diyarkirin ku çeteyan welatiyê bi navê Xelîl Mustefa Abdullah (40) ji gundê Qermitleq  ku nexweşiya şekir û penceşêrê pêre heye revandin û ew êşkencekirin. Li gundê Baliya jî welatiyek din navê wî nehat naskirin dema di nava zeviyên xwe de dixebitî ji aliyê çeteyan ve hate revandin.

Her wiha çetayan li navçeya Bilbilê jî 4 hezar pez dizîne.

Li aliyê din çeteyan li gundên navçeya Mabeta, gundên Ebû Keîb û Hecîler yên navçeya Cindirêsê baregeh ava kirine.