Xwendekarên Kobanê karnameyên xwe girtin
Li Kobanê sala perwerdeyê ya 2017-2018'an a li dibistanên seretayî û navîn qediya. Xwendekaran karnameyên xwe girtin.
Li Kobanê sala perwerdeyê ya 2017-2018'an a li dibistanên seretayî û navîn qediya. Xwendekaran karnameyên xwe girtin.
Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Kobanê ragihand ku li 21 hezar xwendekarên li 112 dibistanan karname hatine belavkirin. Her wiha xelat ji xwendekarên serketî re hatin dayin.
Mamosteyan gotin, xwendekar îsal ji par bêhtir serketî bûn.