Şêniyên Efrînê: Leşkerên Tirk dest dirêjî namûsa me dike

Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê her roj sûcên mirovayetiyê dikin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî ku Efrîn dagir kirin, êşkenceyên giran li şêniyên Efrînê û gundiyên li herêmê dikin. Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî ku dest danîn ser mal û milkên gelên Efrînê vê carê jî mêran dibin û bi darê zorê xendeqan bi wan didin kolandin. Leşkerên Tirk û çeteyên wê dikevin malan û tecawizî jinan dikin û hin jinan di bin xizmeta xwe de didin xebitandin.

B.A. yê ku piştî Efrîn hate valakirin li Efrînê ma û piştî ku êşkenceya dewleta Tirk û çeteyên wê dît ji Efrînê reviya, qala du mehên xwe yên li Efrînê kir.

‘MÊRAN DIBIN Û TECAWIZÎ JINAN DIKIN’

B.A. diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê her roj tên gundan û mêrên li gund dibe û bi wan xendeqan dide kolandin. B.A. bal kişand ser vî tiştî ku leşkerên Tirk û çeteyên wê tecawizî jinan dike.

B.A. got, “Me bi çavên xwe dît, dest dirêjî namûsa jinan dikin. Jin û keçan direvînin. Ciwanan jî dibin û bi darê zorê xendeqan bi wan dide kolandin. Li gundê Şêxqûtka 3 jin birin û careke din ew neanîn. Li Cindirêsê keçek birin û ew keç êdî venegeriya. Jinek birin, hefteyek şûn de ew anîn. Mêrê jinikê sîxurtî dikir. Navê mêrê wê Ahmet Sûphî bû.”

‘ENKS LI GUNDAN BI ÇETEYAN RE TEVDIGERE’

B.A. got, “Li gundê me endamên ENKS’ê hene. Ew alîkariyê didin çeteyan. Ew li gund kirine muxtar. Her tiştên li gund di bin kontrola wan de ye. Li pêş çavên wan jinan dibin lê malbat ji tirsan nikarin tiştekî bibêjin.

Pismamê bavê birin û ew kuştin û piştre ew avêtin ser rêya Racoyê.”