Hovîtiya dewleta Tirk a li Efrînê didome

Êrîş û êşkenceya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê dewam dikin.

Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê; El Nûsra, OSO û DAÎŞ'ê, roja 16'ê Adarê YPG'ê û rêveberiya xweser a Efrînê biryar dan ku ji bo pêşî li komkujiya sivîlan bê girtin, gelê Efrînê vekişîne herêma Şêrewa û Şehbayê. Lê belê tevî her tiştî jî bi dehan kesî mirin jî dan pêş çavên xwe û li Efrînê man.

Dewleta Tirk û çeteyên wê dema ku ketin nava Efrînê destpêkê mal û dikanên gel talan kiribûn. Piştre avêtibûn ser mala mirovên nexwestin cih û warê xwe biterikînin, mirov revandibûn û êşkence li wan kiribûn. Dewleta Tirk a dagirker li navend û gundên Efrînê dest danîbû ser gelek mal û kargehan, dozerên welatiyan şewitandibû û çeteyên xwe yên ji aliyê Xûtayê anî li gelek gundên Efrînê bi cih kiribû.

ÊŞKENCE BI RÊK Û PÊK TÊ KIRIN

Weke ANF'ê me gelek caran hejmar û navê Efrîniyên ji aliyê dewlet û çeteyên Tirk ve hatin revandin, weşand. Ev rewş êdî li Efrînê bûye rewşeke rûtîn û bi rêk û pêk dibe.

Tê gotin, ji ber êrîş û êşkenceya çete û dewleta Tirk, hin mirovên li Efrînê hewl dane xwe bikujin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, li gundê Kurzelê yê Efrînê jina bi navê Zehra Hesen Topal a 52 salî, ji ber ku çeteyan êvarekê avêtin ser mala wê û êşkence lê kirin, rehê destê xwe jê kir û hewl da xwe bikuje. Her wiha tê gotin ku zilamekî navê wî nehate hînbûn, nema karî xwe li êşkence û heqaretên çeteyan rabigire û xwe avêt bîra gund. Efrîniyê bi navê Silêman Hesen jî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye revandin û deh roj in hay jê nîne.

Wekî din din tê gotin ku çeteyên Tirk bi zorê pereyan ji birayên Ewnî Hisên Hisên û Ebil Hisên Hisên digirin û gefa kuştinê li wan dixwin.